Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li Wanê têkildarî êrişên li ser Rojava bi tevlibûn hezaran kesan meşek hat lidarxistin. Girse, li Parka Kûrtûlûşê kom bû û heta Beş Yolê ya li navçeya Rêya Armûşê meşiyan. Di meşê de pankartên “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye”, “Rojava xeta me ya sor e”, “Em rê nadin pergala dagirker” û “Li ser şopa Denîzan, îmana me berxwedan” hatin vekirin û lolîpopên li ser nivîsên “Dawî çi dibe bila bibe dê wê bêhempa be”, “Rojava ne tenê ye” û “Ji Qelqeliyê heta Rojava wê berxwedan li ser bikeve” dinivîsand hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Kujer HTŞ”, “Wê Rojava ji bo DAIŞê bibe goristan” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kirin. Li gel endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî jî tev li meşê bûn.
Welatiyan di paçeyên xwe de û wesayîtan jî bi korneyan piştgirî dan meşê. Gelek welatî jî di rê de tev li meşê bûn û bertekên xwe yên li dijî êrişan anîn ziman. Girseyê li Beş Yolê daxuyaniyek da. Hevberdevka Însiyatîfa Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Rojavayê bi berxwedana xwe navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivisand. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê anî ziman ku her ol, bawerî dikarîn bi hevre bijîn û got: “Lê hîşmendiya DAIŞê li ser yek ol û yek al tevdigere. Dema ku êriş li ser Şexmeqsûd çêbû, ne tenê li ser taxekî bû, ev êrîş li dijî hemû gelan bû, li dijî gelê kurd bû. Em dizanin kî piştgiriyê dide vê hişmendiyê. Dewleta tirk piştgiriyê dide vê hişmendiyê û netew-dewlet piştgiriyê didin van çetayan. Em kurd in, çi Rojhilat, çi Bakur, çi Başûr û çi Rojava, em ê nehêlin ku hişmendiya DAIŞê û piştgirên van çeteyan hebûna gelê Kurd tune bike. Îro roj roja yekitiya gelê kurd e. Bila kurdê welatparêz, kurdê bi şeref, kurdê bi rûmet xwedî li deskeftiyên xwe derbikevin.”
Di berdewamiyê de Gulcan Kaçmaz Sayyîgît da zanîn ku çawa di sala 2014an de gelê kurd bi ruhê Kobanê xwedî Rojava derket, îro jî dê gel bi vî ruhî xwedî li Rojava derbikeve. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku li her derê gel li dijî van êrîşan derket û bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em ê têkiliyên xwe yên dîplomasiyê jî mezin bikin. Banga me li hemû dewletên cîhanê ye ku bila piştgiriyê nedin hişmendiya DAIŞê, bila piştgiriyê bidin gelan. Bila gelê kurd jî tîfaqiya xwe xurt bike û xwedî deskeftiyên xwe derbikeve. Li ku derê êriş li ser kurdan, mafên kurdan hebe, zimanê kurdan û nasnameya kurdan hebin ew der dê ji me re bibe cîhê berxwedanê. Em ê bi rihê Kobanê li her deran derbikevin kolanan û xwedî li gelê xwe derbikevin. Em kurd in, em Kurdistanî ne. Em ê her tim piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe.”
Çalakî bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.
