16 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

PYD û ENKS têkildarî geşedanên dawî civiyan

Rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk û Eniya Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê li ser geşedanên dawî civiyan.

Rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Eniya Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li ser geşedanên dawî civiyan. Di civînê herdu aliyan bal kişandin ku divê pirsgirêka kurd di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de, bi diyalogê were çareserkirin.

Civîn îro li navenda PYDê hat lidarxistin. Di civînê ji aliyê PYDê ve hevserokê Giştî Xerîb Hiso, endamê Desteya Hevserokatiyê Aldar Xelîl û Endamê Ofîsa Pêwendiyan Kemal Akîf, ji aliyê ENKSê ve jî, Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl, berdevk Fêsel Yusif, rêveber Fesla Yusif û Nîmed Dawud amade bûn.

Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin de, geşedanên dawî û êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin nirxandin, li ser helwesta yekpare hat rawestîn.

Li gorî agahiyên ku ANHAyê ji beşdarên civînê wergirtiye, herdu aliyan bal kişandiye ku divê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di çarçoveya peymana 1ê Nîsanê de li taxên xwe bimînin û xwe birêve bibin.

Beşdarên civînê bal kişandine ser girîngiya pêkanîna Peymana 10ê Adarê jî û li hev kirine ku divê pirsgirêka kurd di çarçoveya peymanê de, bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Di dawiya civînê de biryar hat girtin ku diyalog û danûstendinên navbera herdu aliyan de bidomin.