Heyet Tehrî el Şamê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, di 6ê çileyê de dest bi êrişa li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê kir. Sûcên şer ên li dijî kurd û suryanên li van taxan dijîn berdewam in. Li gorî daneyên Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di dema êrişan de 120 hezar kes ji bajar hatin koçberkirin, malên wan hatin talankirin û malbatên kurd ên ji Helebê dernakevin jî tên revandin.
Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan ên li herêmê jî herî kêm 500 kes hatine revandin û tê gotin ku ev hejmar dibe ku gelek zêdetir be. Rêxistinan, da zanîn ku serkêşiya bûyerên talan û revandinê jî komên paramîlîter ên Hemzat, Emşat, Nûreddîn Zengî, Sûltan Mûrad ên girêdayî dewleta tirk û HTŞê ve tê kirin.
Li gorî nûçeya ANHAyê ku dispêre çavkaniyên herêmî; komeke welatiyên kurd ên li taxa Eşrefiyê dijîn di serdegirtina malê de hatin revandin û birin cihekî nediyar.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî talankirina mal û milkê xelkê bajar li gelek kolanên Şêxmeqsûd, bi taybet jî li Cadeya 20an a nêzî Xaçerêya Şehîd Kolî, Cadeya Badîno, Cadeya 15an û kolana li hemberî Buroya Îstîxbaratê ya Şekatoyê tê kirin. Hat ragihandin ku komên paramîlîter dikevin dikanan û mobîlya, amûrên ceyranê û gelek alavên din talan dikin.
Li gel êriş û talana li van taxan, pirsgirêka ceyran û tenduristiyê jî gihiştiye astekî cidî. Hat zanîn ku rojê tenê 2 saetan ceyran tê dayin û gelek navendên tenduristiyê jî hatine rûxandin.
