Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Ewropayê (KCDK-E) nerazîbûn nîşanî wan daxuyaniyan da ku dibêjin wê serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şaraa di 19ê çileya 2026an de weke vexwendiyê Almanyayê bê Berlînê. KCDK-Eyê ragihand ku hevdîtina serokwezîrê Federal Merz a bi el Colanî re wê “şerm û sûc be” û banga betalkirina hevdîtinê kir.
Daxuyaniya KCDK-Eyê wiha ye: “Hat aşkerekirin ku serokkomarê veguhêz ê qaşo yê Sûriyeyê DAIŞî yê barbar el Colanî (Ahmed el Şara) di 19ê çileya 2026an de weke vexwendiyê dewleta Almanyayê bê Berlînê. Tê gotin, wê bi serokwezîrê Federal ê Almanyayê re qaşo li ser polîtîkaya penaberiyê û dersînorkirinên ber bi Sûriyeyê ve hevdîtinê bike. Hevdîtinên welatên Yekitiya Ewropayê yên bi el Colanî re hatin kirin, dûrî aqil e. Yên ku dixwazin Colanî yê barbar li Berlînê bikin mêvan divê zanibin ku li pêşberî wan lîderekî terorîst ê çeteyeke komkujer heye. Berpirsyarên koçberiya bi sed hezaran mirovî ev çete ne.
Welatên Ewropayê bi bêdengiya li pêşberî dramên mirovahiyê û koçberiyê di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevdigerin û di vê oxirê de bi her kesên ku zanin komkujer in li dora maseyê rûdinên. Divê Ewropa û Almanya zanibin ku hîn beriya hefteyekê li pêş çavên tevahiya cîhanê li Helebê li dijî gelê sivîl komkujî hat kirin. Bi deh hezaran sivîl ji warê xwe hatin koçberkirin. Cîhanê tev dît bê çeteyên hov ên Colanî yê barbar çawa jin û zarok qetil kirin. Van çeteyên barbar li taxên Helebê yên ku piraniya şêniyên wê kurd in, paqijiya etnîkî kirin.
Almanya ku xwe amade dike Colanî yê DAIŞî pêşwazî bike, van çeteyan di sala 2025an de li Sûriyeyê durzî qetil kiribûn. Cîhanê şahidî ji belge û dîmenên van komkujiyan re kir. Herwiha li hemberî elewiyên li Sûriyeyê komkujî hat kirin û mirov hatin revandin.
Ev çeteyên ku mejiyê wan tekperest û barbar e, li ser gelên Sûriye û Rojhilata Navîn xeteriya esasî ye û dewleta tirk jî bi rengekî aşkere piştgiriyê dide van barbaran. Çeteyên DAIŞê yên barbariya wan îsbat bûye li Sûriyeyê hatine rewakirin. Divê bê zanîn ku di hevdîtina 19ê çileyê ya li Almanyayê de wê lîderê DAIŞê bi hikûmeta alman re hevdîtineke fermî bike.
Her kesên li Sûriyeyê yên xwedî fikir, bawerî û etnîka cuda ne bi xeteriyeke cidî, komkujî û qirkirinê re rû bi rû ne. Heke li hemberî vê hovîtiyê helwesta pêwîst neyê nîşandan, heke serdanên bi vî rengî neyên betalkirin, wê hevkarî ji sûc re bê kirin. Lewma Colanî yê barbar ne ew kes e ku koçberî û penaberiyê rawestîne; ji ber feraset û çeteyên ku ew temsîla wan dike tenê dikare rê li ber koçberî û penaberiyê veke.
Hevdîtina ku Serokwezîrê Federal ê Elmanyayê Merz bi Colanî yê barbar re bike, li pêşberî komkujiyên ku li kurdan, durziyan, elewiyan û hindikahiyên din hatiye kirin şermek e, sûc e. Colanî û desthilatdariya wî rêxistineke çete ya komkujer a barbar e ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û tine dihesibîne.
Bi navê KCDK-Eyê em dixwazin ev hevdîtin bê betalkirin, Serokwezîrê Federal Merz serdanê betal bike. Bi vê wesîleyê em bang li raya giştî ya demokratîk, saziyên demokratîk û her kesên alîgirê mirovahiyê dikin ku helwestê nîşan bidin, protesto bikin û di serî de Bonn nerazîbûnê nîşan bidin, heman rojê li hemû welatan li ber konsolosxaneyên Sûriye û Almanyayê çalakiyên şermezarkirinê lidar bixin.”
