Li Îranê serhildana gelan di roja 18an de berdewam dike. Wezîrê Xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Scott Bessent ê tev li bernameya televîzoynekê bûye diyar kir ku ew li ser şopa revandina pere ya rejîma Îranê rawestiyaye. Scott Bessent diyar kir ku li gorî lêkolînên wan, rejîmê heta niha bi milyaran dolar derxistiye derveyî welat.
Scott Bessent anî ziman ku ew wek Amerîka ketine li dû şopa pereyê rejîmê revandiye derveyî Îranê û da zanîn ku ew ê li ser vê mijarê bergiriyan bigirin.
