17 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç birin Şirnexê

Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Orûç ku dema li Cizîrê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin û binçavkirin, birin Şirnexê.

Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Orûç ku dema duh li Taxa Nûr a navçeya Cizîrê ya Şirnexê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Nedîm Orûç ê ku polîsan ew bi lêdanê binçav kiribûn piştî kar û barên nexweşxaneyê birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Bêyî ku derbarê Nedîm Orûç de kar û barekê bikin, ew birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.

Li aliyê din jî ji ber binçavkirina nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Orûç gelek bertek hatin nîşandan. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî dîmenên binçavkirina Nedîm Orûç de wiha got: “Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç bi lêdanê hate binçavkirin. Em binçavkirina hempîşeyê xwe ya di dema şopandina nûçeyê de şermezar dikin û dixwazin demildest were berdan. #rojnamegerînesûce.” Gelek rojnameger, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî jî binçavkirina nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Orûç li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin û bertek nîşanî binçavkirina Nedîm Orûç dan.