15 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan li gelek navendan li dijî êrîşên li ser kurdan daketin qadan

Ciwanên welatparêz û nûnerên saziyên civaka demokratîk li Amed, Êlih, Îzmîr, Enqere, Şirnex û gelek bajarên din daketin qadan û êrîşên li ser kurdan şermezar kirin.

Ciwanên Welatparêz li ser Bircên Amedê pankarta ku wêneyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku jiyana xwe dest dan, daliqandin. Ciwanan li navçeya Sûrê ya Amedê pankarta ku wêneyên berxwedêrên taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zedê yên Helebê li ser bû daliqandin. Ciwanên Welatparêz ji bo êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên girêdayî dewleta tirk şermezar bikin pankarta wêneyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundir ya Helebê yên ku jiyana xwe dest dan daliqandin.

Li Enqereyê piştgirî dan Rojava

Platforma Saziyên Demomratîk bi pêşengiya ciwanan li taxa Tuzluçayir a navçeya Mamakê ya Enqereyê li dijî êrişên komên çetê yên giredayî HTŞê û SMOyê li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş li dar xistin. Parlamenterên DEM Partiyê Huseyîn Olan, Omer Faruk Hulagu endam û nûnerên saziyên giredayî platformê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Girse di bin dorpeça polîsan de pankarta “Berxwedana Rojava heza ciwanan e” vekirin û meşale pêxistin. Girseyê wêneyê fermandar Ziyad Heleb ku li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dabû rakirin û dirûşmeyên,”Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Kurdistan wê ji faşîştan re bibe goristan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Girseyê demek dirêj di bin dorpêçe de meşale pêxistin û dirûşm berz kirin. Ciwanan bi gotina stranan bertek nîşanî êrişan dan û piştgiriya berxwedêran kirin. Girse astengiya polîsan nasnekir xwest dorpeçê hilweşîne. Demekê di navbera polîs û girseyê de gengeşî çêbû. Girsê bi dirûşmeyan bertek nîşanî astengiya polîsan dan. Li ser israra girseyê polis neçar man ku dorpeçê rakin. Piştre jî girse bi meş û berzkirina dirûşmeyan derbasî parqa taxê bûn û li wir daxuyanî da.

Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiye Huseyîn Olan li wir axivî anî ziman ku HTŞê peymana 10ê Adarê û 1ê Nîsanê binpê dike û bi awayekî hovanê êriş dike. Huseyîn Olan bertek nîşanî hevkariya Tirkiyeyê ya bi çeteyên êrişkar da û wiha axivî: “Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hezaran Kurd koçber kirin. Li nexweşxaneyê welatiyên sivil qetil kirin. Rojava rûmeta tevahî Kurdistanê ye. HTŞ êrişî bawerî û neteweyên cûda dike. Tirkiye jî piştgiriyê dide. Ew yek zirarê dide pêvajoyê. Ji aliyeki ve dibêjin xwişk-biratî ji aliyeki ve piştgiriyê bidin qetilkirina Kurdan nabe. Divê Tirkiye roleki erênî bilîze ne rolekî neyîni. Jixwe birêz Ocalan jî ew peyam da. Niha ji êrişî Tebqayê dikin. Lê Rojava dê li berxwe bide. Rojava xeta sor a Kurdan e. Em di Rojava de tawiz nadin. Em ê li her derê xwedî li mafên xwe

Li Îzmîrê êrîşên l ser taxên kurdan şermezar kirin.

Li Îzmirê jî Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmaksûd û Eşrefiyê li pêş Quleya Saetê ya Gediz a Bûcayê daxuyanî dan û êrîşên li ser kurdan şermezar kirin. Komê li vir pankarta “Em li dijî komkujiya Rojava bêdeng namînin. Çareserî manîfestoya Civaka Demokratîk e” vekirin û dirûşmeyên “Rojava, Rojhilat Kurdistan yek welate”, ” Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin jiyan Azadi” berz kirin. Rêvebera Rêxistina DEM Partiyê ya Bucayê Berfin Yıldırım Okmen daxuyanî da û êrîş şermezar kir.

Ciwan li Êlihê êrîşên li ser kurdan şermezar kirin

Meclisa Ciwanan a Êlihê yên DEM Partiyê û DBPê yên bajêr li dijî êrişên li ser taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê meşiyan. Ciwan li kolanên taxa Îpragazê û gelek taxên din ên Êlihê agir vêxistin. Dema ku ciwanan li kolanan agir vêxistibûn, polîsan xwest mudaxale bikin û alozî derket. Polîsan li dijî ciwanan guleyên plastîk bikar anîn.  Lê ciwanan li dijî polîsan ji paş ve gav neavêtin û çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de ciwanan diruşmeyên “Bijî Serok Apo”,’ “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojhilat Rojava Kurdistane yek welat”, “Bijî berxwedana HSDê” û “Ciwan fedaiyên Apo ne” berzkirin. Ciwanan bi berkirina dirûşmeyan çalakî bi dawî kirin.

Li Şirnexê jî ciwan meşiyan

Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî ciwan bi heman armancê daketin kolanan û çalakî li dar xistdin.