12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirî ji AKP’ê û bêkariyê bêzar bûye

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK), 22’ê adarê îstatîstîkên têkildarî hêza kar ên sala 2020’î aşkera kir. Li gorî daneyan rêjeya bêkariyê %13,2 ye û bêkariya li derveyî çandiyê jî %15,3 ye. Rêjeya bêkariya ciwanan jî %25,3 ye û îstihadama herî kêm li bajarên bakurê Kurdistanê ye. Lê belê li gorî daxuyaniyên sendîkayên karkeran, daneyên TUÎK’ê rastiyê nîşan nadin.   

Welatiyên bajarê Agiriyê ku yek ji bajarên herî zêde bêkarî lê heye, li ser daneyên hatine parvekirin axivîn û diyar kirin ku ev dane rast nîn in. Welatî ji ber sedemên krîza aborî û girtina deriyê sînorî Gurbûlakê ku di navbera Agirî û Îranê de ye, zor û zehmetiyan dikişînin û her diçe rêjeya bêkariya li bajêr zêde dibe.

‘Mirov perîşan in’  

Cîhan Oguz ê bi miaşê zarokê xwe yê berasteng hewl dide debara xw bike diyar kir ku daneyên hatine parvekirin ne rast in û rêjeya bêkariyê li bajêr pir zêdetir e. Oguz anî ziman ku ji ber bêkariyê wî serî li ÎŞ-KÛR’ê daye lê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin û wiha got: “Sedema rewşa heyî desthilat e. Me AKP’ê li serê xwe kiriye bela. Divê ev ji ser serê me herin. Mirov her diçe perîşan dibin.”

‘Sedem, nebaşiya pegalê ye’

 Xwendekarê pola dawî ya lîseyê Ferhat Çakirbayir ê ciwan jî da zanîn ku ew amadekariya zanîngehê dike û ji niha ve fikara kar pê re çêbûye. Çakırbayir destnîşan kir ku ew ji niha ve li piştî zanîngehê difikire û wih got: “Wek ciwanekî divê ez niha li ezmûna xwe hûr bibim lê ez ji niha ve ketime stresê. Mirov piştî zanîngehê nayên tayînkirin. Sedem jî nebaşiya rêveberiyê û pergalê ye.”

‘6 zarokên min bêkar in’

Bavê 6 zarokan Orhan Kaya jî diyar kir ku zarokekî wî tevî ku di ezmûnê dê pûanekî baş stadiye jî kar nedîtiye û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê ekonomî nemaye. Em ji birçîna dimirin. 6 zarokên min, tev bêkar in. Divê êdî dengê me bê bihîstin.”

‘Siyasetmedar li me napirsin’

Welatiyê bi navê Dogan Yener jî siyasetmedar li halê wan napirsin û her tim dibêjin sal bi sal xwezî bi par û wiha got: “Yê tê em xweziya xweziya xwe bi yê beriya wî tînin. Yê tê berîka xwe tije dike û diçe. Yên li ser vî welatî dixwin dixwin lê têr nabin.”

AGIRÎ