14 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta Îranê birîndaran dikuje

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rejîma Îranê li gelek nexweşxaneyan birîndaran dikuje an jî wan direvîne. Xwendekarên Zanîngeha Koyê jî li dijî helwesta dewletê çalakî li dar xistin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a HRANAyê, di nava 18 rojan de 18 hezar û 434 xwepêşander hatine binçavkirin. Li gorî heman çavkaniyê di encama êrişên hêzên Îranê de 2 hezar û 403 xwepêşander hatine kuştin. Tê gotin ku ji vê hejmarê 12 kes dibin temenê 18 salî dene. Heya niha hezar û 134 xwepêşander jî birîndar bûne.

Şahidên bûyeran li ser nêzîkatiyên hêzên rejîma Îranê ya li beramberî birîndarên xwepêşandanên gelên Îranê agahiyan bi Radyayo Ferda re parve kirine. Karmendekî tendirustiyê li parêzgehên başûrê Îranê ji radyoyê re ragihandiye ku hejmarek gelek zêde ya xwepêşanderan hatine kuştin, gelek ji wan bi birîndarî hatibûn binçavkirin. Çavkaniyan eşkere kir ku gelek birîndar li nexweşxaneyan ji aliyê hêzên rejîmê ve tên kuştin û cenazeyên wan di beramberî 700 milyon tûmenan de didin malbatan.

Parêzerê mafê mirovan Ebdulfetah Sultanî, Mande Sultanî, kuştina mamê xwe Elî Dêhfanî piştrastkiriye û dibêje; “Hejmara miriyan li Tahranê ewqas zêdene, tu nikarî heya 5 rojan cenazeyek nas bibînî.”

Xwendekarên Zanîngeha Koye bagn kirin

Xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê yên li Zanîngeha Koye dixwînin, bi armanca piştevaniya Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, çalakî lidarxistin û gotin: “Em yek netewe ne, divê em li dijî her êrişeke li ser Kurdan li her devereke cîhanê rawestin.”

Xwendekara zanîngehê Agrîn Mihemedî di daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku wek xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê ku niştecihên Başûrê Kurdistanêne, ji bo piştevaniya xwe ji hemnîştîmanên xwe yên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê nîşan bidin li vir kom bûne. Di dewamê de Agrîn Mihemedî wiha anî ziman: “Em yek bedenin. Her xwîna ku ji laşê me tê rijandin xwîna Kurdistanê ye. Divê em li her deverê cîhanê li dijî her cure êrişeke li dijî gelê xwe helwest nîşan bidin û li hember rawestin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li hember binpêkirinên li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê Kurd têne kirin bêdeng nemînin.”

Dewlet pereyan ji malbatan dixwaze

Li gorî rapora mafên mirovan, saziyên dewletê ji bo cenaze bidin malbatê, daxwaza 1 milyar tumen kir. Hate diyarkirin ku malbata Gûlale Mahmûdî Azer, di bin zextek giran de û di şertên bi temamî der mirovî de neçar mane vê daxwazên qebûl bikin.