Gelê Çilaxa û Amudê li dijî êrîşên çeteyan ên li ser gel çalakiyên girseyî li dar xistin. Meşa li Çilaxayê li Qada Jinan a li navenda bajêr dest pê kir. Beşdaran pankartên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûdê” û “Şehîd namirin” qîr kirin.
Bi hezaran kesên gihaştin Qada Şehîd Mesûm li vir kom bûn û mîtîng li dar xistin. Hevseroka meclisa bajêr Zozan Mihemed şehîdên berxwedanê û hemû kesên ku ji bo parastina herêmê canê xwe feda kirine bi bîr anîn. Zozanê diyar kir ku fedakariya şehîdan destanên qehremaniyê di dîroka Kurdan û hemû gelên azadîxwaz de nivîsandine û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.
Endamê Şaredariya Gel a Çilaxayê Mihemed Şerqî diyar kir ku ji êrişa li ser du taxan, armanc ew bû ku îradeya gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bişikînin. Lê fedakariya gel û hêzên ewlekariyê îspat kir ku rihê berxwedanê teslîm nabe û kes nikare îradeya gel bişikîne. Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.
Meşa li Amûdê ku li ser vexwendina Însiyatîfa Gel a bajêr hate lidarxistin, ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir, girseya gel bi dirûşman berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir û pankartên “Şêxmeqsûd, em heta mirinê bi te re ne” û “Bi canê xwe, bi xwîna xwe, em ê te rizgar bikin Şêxmeqsûd” hatin bilindkirin.
Li Qada Jinan, meş veguherî mîtinga girseyî. Piştî deqeyeke rêzirtinê, mamosteyên li Zanîngeha Rojava, Beşîr Mela Newaf axivî û diyar kir ku “Berxwedana li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destanek dîrokî bû, ku hejmareke kêm ya şervanan li dijî êrişên berfireh ên çeteyên hikumetê û yên dewleta Tirk li ber xwe dan.”
Mela Newaf li dijî “hewldanên ji nû ve çêkirina DAIŞê û têkbirina destkeftiyên ku bi xwîna gel hatine bidestxistin” hişyarî da. Me Newaf bang li hemû pêkhateyan, bi taybetî pêkhateya Ereb, kir ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û mirovî pêk bînin û li hember planên çêkirina nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de bisekinin. Her wiha diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi salan e ji bo pêşîgirtina li şerekî navxweyî xebitiye. Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.
