14 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

KESKa Wanê: Budçe ne ji bo şer ji bo kedkaran

Bi pêşengiya Platforma Şaxan a KESKê greva giştî hat îlankirin. Kedkarên KESKê ku derbarê grevê de meşiyan û daxuyanî dan, diyar kirin ku hemû barê bacê danîne li ser milên wan.

Bi pêşengiya Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî greva giştî ya ji ber kêmbûna mûçeyan û bacan li dar dixin, li Qada Bajêr a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi girseyî meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Jiyana azad welateke demokratîk”, “Bijî berxwedana kedkaran”, “Em dixwazin weke mirovan bijîn”, “Budçe ne ji bo şer ji bo kedkaran” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta “Em ji bo jiyaneke mirovane di Girevê de ne” hat vekirin. Nûnerên saziyên sivil û endamên KESKê tev li meş û daxuyaniyê bûn.

Girseya, li Qada Bajêr kom bûye daxuyanî da. Metna daxuyaniyê berdevkê Sendîkaya Kedkarên Bûroyê Ebûbekîr Orhan xwend.

Ebubekîr Orhan diyar kir ku ew dixwazin heqê keda xwe bigirin û got: “Yên ku welat bi rê ve dibin bi salan e dibêjin ‘çavkanî tune û butçeya me kêm e’. Lê belê, pirsgirêk ne pirsgirêka çavkaniyan e, pirsgirêk xerckirina çavkaniyan ne. Me ev yek di budçeya dawî de careke din dît. Hemû barê bacê danîne li ser milên me. Em roj bi roj xizantir dibin, ferq nake em endamê kîjan sendîkayê bin jî, berdevkên hikûmetê wek rekoreke şikestî heman rekorê dubare dikin.”

Ebûbekîr Orhan xwestekên kedkaran wiha rêz kir:

“*Ji meha çileyê ve mûçeyên me ji sedî 20 bên zêdekirin.

*Sozên ku hatine dayîn bên bicîhanîn, ji bo hemû xebatkarên cemaweriyê pergala 3 hezar 600 li teqawidên heyî bê zêdekirin û mulakat bê rakirin.

*Divê heta meha Hezîranê qanûnên ku li pêşiya grevên me astengiyan derdixînin bên betalkirin.

*Herî dereng heta dawiya meha Hezîranê maseyeke rast a danûstandinên kolektîf bê avakirin.

* Divê mûçeya herî kêm ya kedkarên cemaweriyê li ser xeta hejariyê bê bilindkirin û ji bo kirê, kreş û veguhestinê alîkarî bê dayîn.”

Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.