Çalakiyên protestoyî yên li Îranê di roja 18an de berdewam in. Ji ber ku înternet hatiye qutkirin, di serî de bajarên rojhilatê Kurdistanê, ji gelek herêman agahî nayên girtin. Di dîmeneke hatiye parvekirin de ku tê gotin di çalakiyên duh ên li Kirmaşanê de hatiye kişandin, di navbera çalakvan û hêzên rejîmê de pevçûn derket.
Di wêneyekê tê îdiakirin duh li Tehranê hatiye kişandin de jî xuya dibe ku li Tehranê wesayîtên zirxî yên leşkerî yên giran hatine bicihkirin.
Li hêla din; li gorî nûçeya Reutersê, piştî peyama “mudaxileyê” ya serokê DYAyê Donald Trump, hevdîtinên di navbera Washington û Tehranê de hatine sekinandin.
