14 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li gor rapora MKG di 2025an de 424 binpêkirin qewimîne

MKGê rapora xwe ya sala 2025an a li ser Binpêkirina Mafên Rojnamegerên Jin eşkere kir. Li gorî rapora MKG ê li qada rojnamegeriyê ya jinan di sala 2025an de 424 binpêkirin qewimîne.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegerên Jin a sala 2025an eşkere kir. Ji bo eşkerekirina raporê li avahiya MKGê civîn hate lidarxistin û endam û rêveberên komeleyê beşdar bûn. Binpêkirinên mafên rojnamegerên jin di raporê de bi berfirehî hatine destnîşankirin.

Seroka MKGê Roza Metîna rapora bi zaravayê Kurmancî xwend, rojnameger Derya Ceylan jî rapora bi Tirkî xwend.

Li gorî daneyên Îstatîk ên Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegerên Jin a sala 2025an bi vî rengî ye:

“Li gorî daneyên MKGê di sala 2025an de bi ser mala 2 rojnamegeran de hatiye girtin, 28 rojnameger hatine binçavkirin, ji bo îfadeyê bang li 16 rojnamegeran hatiye kirin, 14 rojnameger hatine girtin, 22 rojnameger bi muameleya ne baş re rû bi rû mane,  gef li 18 rojnamegeran hatiye xwarin, 20 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatine astengkirin û li girtîgehan mafê 11 rojnamegeran hatiye binpêkirin; derbarê 16 rojnamegeran de lêpirsin hatiye destpêkirin, derbarê 25 rojnamegeran de doz hatiye vekirin, 22 rojnameger hatine cezakirin, 175 rojnameger darizandina wan didomin, hejmara rojnamegerên jin ên girtî 2 kes in; 17 rojnameger karê wan hate bidawîkirin, 3 sîte hatin girtin, 7 hesabên medyaya dîjîtal hatin astengkirin, naveroka 27 parvekirinên medyaya dîjîtal hatin astengkirin, nûçeyek hate astengkirin.”

Seroka MKGê Roza Metînayê diyar kir ku di sala 2025an de belavkirina rastiyan hatiye astengkirin û hewl hatiye dayîn ku rola çavdêriyê ya çapemeniyê bê hilweşandin û wiha got: “Rojnameger ji ber ragihandina nûçeyan hatin binçavkirin, girtin, lêdan, gef xwarin, bûn hedef û bi rêya mekanîzmayên dadwerî zextek demdirêj li wan hat kirin. Di vê pêvajoyê de, çalakiya rojnamegeriyê wekî sûc hat nîşandan; nûçe, hevpeyvîn û nivîsên medyaya dîjîtal bûn sedema cezakirinê. Bi vî awayî, ne tenê rojnameger, lê mafê raya giştî yê agahî girtinê jî rasterast hat hedefgirtin.”

Roza Metînayê anî ziman ku rewşa derketiye holê nîşan dide ku rojnamegerî ne tenê tê bêdengkirin, lê di heman demê de tê xwestin bê kontrolkirin jî û wiha axivî: “Her nûçeyek, her pirsek û her hewldanek ji bo dîtina civakê dema ji sînorên ku ji hêla desthilatdaran ve hatine xêzkirin derdikeve, bi zextê re rû bi rû maye û wiha bilêv kir: “Ev pêvajo di heman demê de destwerdaneke sîstematîk e û armanc dike ku çapemeniya azad ji holê rake. Kevneşopiya çapemeniya azad ku rastiyê tîne qada giştî, têkiliyên hêzê dipirse û dengê gel e, bûye hedefa rasterast a van polîtîkayên zextê. Ji ber vê yekê, çalakiya çapemeniya azad a ku ji hêla rojnamegeran ve tê meşandin ne tenê wekî têkoşîneke pîşeyî, lê di heman demê de wekî têkoşîneke siyasî jî di bin êrişê de ye. Di tevahiya sala 2025an de, rojnameger ne tenê ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî, lê di heman demê de ji ber nasnameyên wan ên jin û pratîkên wan ên ragihandinê yên li ser jinan jî bi êrişan rû bi rû dimînin. Heqaretên zayendperest, gefên bi zimanê li ser laşê mirovan hatine avakirin, kelepçekirina berevajî, gefên lêgerîna tazî, lînça dîjîtal û hedefgirtina sîstematîk bûn amûrên sereke yên tepeserkirina li dijî rojnamegeran. Armanca van êrişan ew e ku hebûna jinan di qada giştî de bitepisînin, rojnamegeriya jinan nedîtî bikin û zimanê ragihandina nûçeyan ê ku ji hêla mêran ve serdest e ji nû ve hilberînin.

Roza Metînayê berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hedef nîşandana nûçeyên kuştina jinan, sûcên li dijî zarokan, girtîgeh, polîtîkayên qeyiman, şer, koçberiya bi darê zorê û şîdeta dewletê û wiha got: “Her nûçeyek li van deveran wekî destwerdanek ku rejîma bêdengiyê ya ku ji hêla desthilatdaran ve tê xwestin têk dibe hatiye dîtin û li gorî vê yekê hatiye cezakirin. Di vî warî de, êrişên li ser rojnamegeran ne tenê êrişek li ser azadiya çapemeniyê ye, lê di heman demê de êrişek îdeolojîk a li ser rizgariya jinan, bîra kolektîf û rastiyê bi xwe ye jî. Di tevahiya sala 2025an de, mekanîzmayên dadwerî ne wekî amûrên parastina rojnamegeran, lê wekî amûrên cezakirina wan xebitîn. Di bin nezelalî û zextek dirêj de, lêpirsîn û darizandin bûn rêbazek sereke ya ji bo girtina rojnamegeran. Dozên ku bi tohmetên nezelal vebûn wekî rêbazek ji bo krîmînalîzekirina rojnamegeriyê û kûrkirina xwe-sansurê hatin bikaranîn. Mînak, rojnameger di serdegirtinên malên wan ên beriya sibehê de hatin binçavkirin, dema nûçe dişopandin lêdan xwarin, bi kelepçeya berovajî rû bi rû man û alavên wan hatin desteserkirin. Rojnamegerên ku di girtîgehan de girtî bûn bi veguhestinên bi darê zorê ji malbat û pîşeyên xwe hatin veqetandin, lênêrîna wan a tenduristiyê hat redkirin, name û raporên wan ên nûçeyan hatin desteserkirin. Di qada dîjîtal de, rojnameger hatin hedefgirtin, gef li wan hatin xwarin û kampanyayên reşkirinê li ser wan hatin meşandin.”

Seroka MKGê Roza Metînayê berdewama axaftina xwe de diyar kir ku tundiya fîzîkî ya ku “hêzên ewlehiyê” di dema şopandina nûçeyan de li dijî rojnamegeran pêk tînin, desteserkirina alavan, pêşîgirtina li kişandina dîmenan û taktîkên çavtirsandinê armanc dikin ku rojnamegeriyê di qadê de bi awayekî pratîkî ne pêkan bikin û ev yek anî ziman: “Ev pêkanîn, hewldan nîşan didin ku rola çavdêriyê ya çapemeniyê ji holê were rakirin û qada giştî bi tevahî di bin kontrolê de were girtin. Binpêkirinên li dijî rojnamegeran li herêma Kurdistanê gelek dijwartir û sîstematîktir in. Li her çar beşên Kurdistanê, rojnamegerî bûye hedefa rasterast a polîtîkayên înkar û wêrankirinê. Rojnamegerên ku binpêkirinên mafên mirovan, tawanên şer, koçberkirina bi darê zorê, polîtîkayên qeyûm û şert û mercên girtîgehê belge dikin, bi zextên dewlet û komên çekdar de tê xwestin bên bêdengkirin. Bi taybetî rojnamegerên Kurd ji ber hem nasnameya xwe ya neteweyî û hem jî ya jinê bi du zextan re rû bi rû dimînin.

Polîtîkayên şer û ewlehiyê yên ku li herêma kurdan têne meşandin rasterast rojnamegeriyê hedef digirin da ku pêşî li eşkerekirina rastiyê bigirin. Ev zext dibin sedema ku binpêkirinên ku gelê Kurd dikişîne neyên dîtin.”

Roza Metînayê di berdewama raporê de wiha got: “Di tevahiya sala 2025’an de, şer û pevçûnên berdewam li seranserê Rojhilata Navîn bi êrişên li ser rojnamegeriyê re derket pêş. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Filistînê, Iraq û Îranê, rojnameger bi bombebaran, êrişên çekdarî, binçavkirin, gef û sansurê re rû bi rû man. Rojnamegerên ku komkujiyên sivîlan, tundûtûjiya li ser jinan, koçberiya bi darê zorê û sûcên şer belge dikirin, bûn hedef. Ev yek nîşan dide ku şer ne tenê bi rêbazên leşkerî, lê di heman demê de bi serdestiya li ser agahdarî, bîr û rastiyê jî tê meşandin. Rojnameger her tim hatiye xwestin bên bêdengkirin. Sala 2025an ne tenê ji bo rojnamegeran salek dijwar bû, lê di heman demê de dê bû salek krîtîk ku çapemeniya azad hat hedefgirtin, rastî bi awayekî sîstematîk hat tepeserkirin, hat xwestin jin bên bêdengkirin û rojnamegeriya jinan rasterast hat hedefgirtin. Li gel vê yekê, rojnameger û kevneşopiya çapemeniya azad berdewam dikin, rastiyê diparêzin û li dijî hemî zextan dengê gel in.”

Roza Metînayê destnîşan kir ku wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dixwazin xalên li jêr bên bicihanîn:

* Bila rojnamegerî êdî wekî amûreke sûc neyê dîtin û hemû zext, şîdet û êrişên li ser rojnamegeran tavilê bi dawî bibin.

* Bila hemû rojnamegerên ku dema nûçe dişopandin hatine binçavkirin, girtin, şîdet li wan hatine kirin û bi zextên dadwerî hatine bêdengkirin serbest werin berdan.

* Divê sîstema dadwerî dev ji amûra ji bo cezakirina rojnamegeran berde; nûçe, hevpeyvîn û parvekirinên medyaya civakî divê êdî wekî bingehek ji bo sûcdariyê neyên bikaranîn.

* Divê garantîkirina mafên tenduristî, ragihandin, kar û azadiya derbirînê ya rojnamegerên di girtîgehan de pêk werin; û divê veguhestinên bi darê zorê, tecrîd û pêkanînên dîsîplînê yên keyfî bi dawî bibin.

* Em daxwaz dikin ku şîdeta fizîkî, gef û astengkirina nûçeyan a li dijî rojnamegeran a ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi dawî bibin; û divê berpirsên giştî yên van binpêkirinan bi awayekî bi bandor werin lêpirsînkirin.

* Em daxwaz dikin ku polîtîkayên sansurê, sînordarkirinên gihîştinê û fermanên girtinê yên di warê medyaya dîjîtal de werin bidawîkirin; û azadiya derbirînê li ser înternet û platformên dîjîtal were misogerkirin.

* Bicîhanîna mekanîzmayên parastin û bicîhanînê yên bi bandor ên li dijî gotinên zayendperest, gef, hedefgirtin û êrişên dîjîtal ên li ser rojnamegeran, divê pêk were.

* Em daxwaz dikin ku êrişên li ser rojnamegeran bi dawî bibin, ku bûne beşek ji polîtîkayên înkar, wêrankirin û şer ên li herêma Kurdistanê tên meşandin; û dawî li polîtîkayên tepeserkirinê yên taybetî yên li ser rojnamegerên jin ên Kurd bê anîn.

* Divê êrişên li ser rojnamegeran li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Filistînê, Iraq û Îranê, rawestin; rojnamegerên ku tawanên şer û binpêkirinên mafên mirovan belge dikin werin parastin.

* Em daxwaz dikin ku çapemeniya navneteweyî û mekanîzmayên azadiya ramanê li hember binpêkirinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ên li dijî rojnamegerên jin bêdeng nemînin û pêvajoyên çavdêrî, rapor û cezayan bicîh bînin.

Roza Metîna dawiya raporê de wiha got: “Tevî hemû zextan, rojnameger dê nivîsandina rastiyan bidomînin.Wê bilindkirina dengê jinan û bindestan bidomînin. Em banga zêdekirina hevgirtinê û têkoşîna hevbeş a li dijî hewldanên bêdengkirina rojnamegeriyê dikin.”

Di raporê de lîsteya rojnamegerên girtî hate diyarkirin; li gorî raporê Mudura Karê