14 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Êrişên li dijî Dêr Hafirê hatin têkbirin

HSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan, êrişên HTŞê yên li dijî Dêr Hafirê têk birine. HSDê got ku dewleta tirk jî di heman saetan de bi SÎHAyan êrişî Tebqayê kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), têkildarî êrişên komên paramîlîter ên girêdayî HTŞ û Tirkiyeyê yên li ser Dêr Hafirê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ragihand ku hêzên wan, hewldana pêşketinê ya komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li eniya gundê Zubeyda li gundewarê başûrê Dêr Hafirê têk bir. Herwiha diyar kir ku êrişkar piştî hewldana wan têk çû, reviyan.

HSDê, destnîşan kir ku SÎHAyeke Bayraktar a Tirkiyeyê li gundê El Buasî li gundewarê Tebqayê êrişî xaleke wan a leşkerî kiriye û di encamê de çend şervanên wan birîndar bûne.