14 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Endamê rêveberiya PDK-Îyê Rostem Cehangirî: Ji bo hebûnê hevgirtin girîng e

Endamê rêveberiya PDK-Îyê  Rûstem Cîhanî der barê rewşa li Îran û rojhilatê Kurdistanê de got: “ Divê kurd dev ji berjewendiyên hizbên siyasî berdin. Bi hevgirtinê dê em ê karibin destkeftiyên xwe biparêzin. Divê em ji bîr nekin ku dijminên me hebûna xwe li ser tunebûna me ava dikin. Divê em ji bo hebûna xwe, karibin zêdetir hev bigirin.”

Civaka Îranê ya ku ji 1979an heta niha di bin rêveberiya rejîma Îslamîst a Îranê de rastê zextan tê di nav salên borî de gelek serhildanan pêk aniye. Herî dawî jî di 28ê kanûna 2025an de li dijî krîza aborî, civakî û gendeliya di nav dewletê de hemû civaka Îranê rabû ser piyan. Çalakiyên ku li Tahranê destpêkirin li hemû bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bû û bû serhildaneke giştî.

Di nav serhildana ku hê jî didome de bi sedan kes bûn hedefa raste rast a rejîmê û hatin kuştin. Herwiha bi hezaran kes jî hatin binçavkirin. Li dijî êrişên hov ên rejîmê ku li Kurdistanê dimeşîne 7 partiyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyên hevpar dan.

Em der barê serhildana heyî û bertekên hevpar ên partiyên siyasî bi endamê reveberiya Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rostem Cehangirî re axivîn.

Rostem Cehangirî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedemên serhildana lli rojhilatê Kurdistanê û Îranê û wiha got: “Rejîma Îranê rejîmeke dîktator û faşîst e. Di nav 46 salên xwe yên derbasbûyî de tenê kuştin, girtin û zextê kiriye para gelê Îranê. Lê dema em lê dinêrin dibînin ku Îran li ser behra petrolê ye. Lê li Îranê rewşa aborî pir xerab e. Civak di bin kerasetan de ye, gel di nav xizniyê de ye. Ji ber vê yekê gelê Îranê li derfetan digeriya ku rabe ser piyan. Gel daxaza hilweşîna vê rejîmê dike. Gel heta niha dema ku daxwazên xwe aniye ziman rastê êrişên hovane hatiye lê dîsa jî teslîm nebûye.”

‘Kurd li Îranê rêxistkirî ne’

Bi serhildanên heyî re partiyên siyasî yên li rojhilatê Kurdistanê bûn yek. Rostem Cehangirî der barê vê yekitiyê û bandora wê ya li ser kurdan ev tişt anî ziman: “Wek tê zanîn bi salane kurd hem ji aliye siyasî ve hem ji aliyê leşkeri û rêxistinî ve xebatên kurdan hene. Gelê kurd bi saya van xebatan li Îran û Rojhilat rêxistinkirî ye. Bi saya vê rêxistinbûnê rejîma Îranê nikaribû li ser gelê kurd bandor bike. Gelê kurd bi têkoşîna xwe ya siyasî û çekdarî tu car serî li ber Îranê netewendiye, tim li ser daxwazên xwe meşiya ye. Îro yêkitiya di nav partiyên siyasî yên kurd de bandorek gelek baş li ser rojhilatê Kurdistanê kir.”

Rostem Cehangirî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin di dirêjahiya dîroka kurdan de hertim êrişên ku ji aliyê dijminên wan ve pêk hatine hebûne. Êrişên heyî tim ji bo qirkirina kurdan pêk hatine. Îro Kurdistan hatiye parçekirin. Derd û êşa kurdên li parçeyek tê jiyîn dilê hemû kurdan diêşîne.”

‘Pêwiste kurd guh bidin Abdullah Ocalan’

Rostem Cehangirî di axaftina xwe de bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo yekitiya kurdan û wiha pê de çû: “Pêwiste hemû kurd guh bidin banga Rêzdar Abdullah Ocalan. Divê li Rojava jî û li aliyên din ên Kurdistanê jî kurd dev ji berjewendiyên hizbên siyasî berdin û li dijî dijminên xwe têbikoşin. Bi vê hevgirtinê dê em ê karibin destkeftiyên xwe biparêzin. Divê em ji bîr nekin ku dijminên me hebûna xwe li ser tunebûna me ava dikin. Ji ber vê yekê divê em ji bo hembûna xwe karibin zêdetir hev bigirin.”

Rostem Cehangirî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Rojava niha tiştên hov li dijî kurdan hene. Em hêvî dikin ku bi hevgirtinê kurdên li Rojava li DAIŞê bi ser bikevin û karibin destkeftiyên xwe biparêzin. Îro hevgirtin ji bo me erkeke neteweyî ye. Bi hêviya ku bi vê hevgirtinê em kurd bi taybet li Rojava û Rojhilat bi ser bikevin.”