14 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Venezuela heta Îranê bûyerên dawî

Ku îro Rojava biçe dê teqez sibê bi heman awayî bi Iraqê bi ser wan de herin. Heman rewş ji bo Rojhilat jî derbasdar e. Azadî di yekîtiyê de ye. Li Bakur jî dibetiya provokasyonan ji nava dewletê pir li pêş e. Dibe ku hin alî hewl bidin her tiştî vegerînin serî. Hêvî mezin in. Bi heman awayî xetere jî.

Bûyerên ku van rojên dawî diqewimin rewş û rojeveke nû derxist holê. Bi heman awayî fikarên girîng jî bi xwe re anî. Di rewşa kenew asayî ya ku dimeşe de Dinya ber bi xitimîn û qeyraneke wêran ve tê ajotin. Serbarê ser de hewlên rojên dawî yên DYAyê ku li Venezûelayê pêk anî bandora xwe hima li hemû derên dinyayê kir.

Şerê Cihanê yê Sêyemîn ku niha wekî hewlên kişikê bi awayê herêmî tê meşandin, bi destwerdana DYAyê ya Venezûelayê re hêz û herêmên pêvek jî kir tevgerê. DYA, bi destwerdana Venezûelayê re du rewşên girîng ji xwe re bingeh girt; yek petrol û dewlemendiya binerd û sererd, a din jî ji bîrdozî û hikûmetên dijber ên derdora xwe ne xweş e û di şerekî topyekûn ê siberojê de naxwaze li derdora wî van xetereyan hebin.

Bi heman awayî gefan li dewletên Amerîkaya Latîn ên din jî dixwe. Dîsa bi van armancan re hevpar, dixwaze Grunlandê li hemberî Çîn û Rûsyayê wekî kozîkeke bakur di destên xwe de bigre. Dibe ku bandora vejeniyê jî di vir de hebe  Ev bi ‘dînîtiya’ Tramp nikare were destnîşankirin; Polîtîkayeke  DYAyê ye. Lê Tramp ji vê polîtîkayê re mirovê guncav e. Bi heman awayî li herêmên din jî gavên têkildar ji aliyê hêzên cûda û pêvek ve hatin û tên avêtin. Hevdîtinên DYA û Rûsyayê yên der barê Ûkraynayê de dibe ku bi van bûyerên dawî ve têkildar bin.

Piştî ku Tramp got ‘me ji sedî nod der barê Ûkraynayê de li hev kir’ destwerdana DYAyê ya Venezûelayê pêk hat. Rûsyayê heya vê gavê wisa zêde ji vê rewşê re dengê xwe dernexistiye. Ev jî heya astekê firotana Ûkraynayê û dewletên Amerîkaya Latîn ji aliyê her du hêzan ve tîne hişê mirov. Bi heman awayî li Îranê gel li dijî rejîma Meleyan ku ji 1979an ve li ser gelên Îranê terorê dimeşîne, dîsa daket qadan. Rejîma Îranê ya ku qeyrana aborî dijî, gelek fermandar û erkdarên dewletê ji aliyê Îsraîl û DYAyê ve hatin kuştin, dîsa pirsgirêkên avê dijî, pê ve girêdayî derûniya pergala dewletê serobin bûye, dibe ku li ber ketinê be. Pirsgirêka bê ka Îraneke çawa derê holê jî rewşeke din e. Kurd, azerî, belûc, fars û bawerî û hindikahiyên din bi serê xwe sedema fikar û fikirînan e. Dîsa bi Îranê re hemwaxt, li Sûriyeyê jî tevlihevî derketin holê. Lê diyar e ku ji tevliheviyên rojên dawî yên li Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê herkes hewl dide para xwe jê hilde; çend roj berê qala hewldanên reşkujiya li dijî Şara hat kirin. Şara bi Îsraîl û DYAyê re hevdîtinan dikir. Hevdîtinên li Parîsê bi lihevkirineke astê bi encam bûn. Dîsa mijara berdêldanê bûn kurd. Lewma bi Îranê re, ramana ku pêçiya dewleta tirk jî di van hewldanan de heye, dê pir ji rastiyê dûr nebe. Îranê kuştina wî armanc kiribe, Tirkiye tirsandina wî armanc kiriye. Armanca Îranê di vir de Sûriye dîsa tevlihev be û hemû hêz pê re mijûl bin. Bi vî awayî ew jî xwepêşandanên nava xwe beralî bike û temenê rejîmê hinek din jî dirêj bike. Ku derfet bibîne, nava xwe bi tevahî paqij bike û dîsa vegere polîtîkayên xwe yên heyvrona şîa. Lewre ku Şara ji holê rabe, dê Koalîsyona Sûnî jî derb bixwe û hevsengî ji nû ve werin sererastkirin.

Dîsa di vir de armanca dewleta tirk jî piralî ye; ya yekemîn di vê rewşê de naxwaze ku rejîma Îranê bikeve. Ketinekê hebe jî, dixwaze bi Sûriyeke ku di demeke kurt de li gorî xwe sererast kiriye be û paşê berê xwe bêyî pirsgirêk bide Îranê ku ew jî li ser rewşa kurdên Rojava ye. Wekî din bi hesabê wî nayê. Di rewşeke berovajî de, him difikire ku dê dor were wî, him wekî başûrê wî dê rojhilatê wî jî bibe navenda qeyranan ku nikare venêrîne û bi heman awayî û ya girîng jî dê li wir jî kurd bibin xwedî erk. Lê di vir de armanceke dewleta tirk jî ew e ku bi derxistina tevliheviyê ya li Sûriye, hêzên çete yên girêdayî xwe berdin kurdan û him daxwazên kurdan ên diyalog û muzakereyên li Rojava û Bakur bidin kêmkirin û him jî kurdan bi Heleb û rojavayê Kurdistanê re bidin mijûlkirin ku nehêlin kurd li Rojhilat amadekariyên pêwîst bikin.

Redkirina daxwazên kurdan ên Peymana 10ê Adarê jî divê ku bi van ve têkildar be ku rayedarên Rojava hin wezaret û erkên din xwestine. Bes hikûmeta veguhêz ku xeyalên Sûriyeke navendî dike, panî li van daxwazên guncav xist û rê li ber qeyraneke bi vî awayî vekir. Bi taybet çûyîna heyeteke ji rayedarên dewleta tirk a Sûriyeyê di vir de xwedî girîngî bû. Bi taybet diyar e ku AKP an jî hin aliyên di nava AKP û dewletê de ji vê rewşê jî zêdetir dixwazin pêş bixin. Lê ya girîng jî, bi van armancan re girêdayî nehêlin ku kurd li rojavayê Kurdistanê bibin xwedî statû. Lewre dê bandora xwe li hemû beşên Kurdistanê bike. Ku bikarîbin, dê hewl bidin ku kurdan  bajon rojhilatê Firatê û Reqa û Bendava Tişrînê armancên sereke yên aste yekemîn in. Dewleta tirk û Sûriye naxwazin vejenî û elektrîka Sûriyeyê di destên kurdan de be. Di astên din de jî li derdorê Qamişloyê bi hin mafên piçûk ên çandî kurdan venêrînin heta ku pişaftin diçe serî. Armanc qirêj û xetere ye. Dewleta tirk pir qirêj dileyîze.

Dewlet Bahçelî li aliyekî ji binî ve (pir ji binî ve jî na!) li taxên kurdên Helebê dibe sedema kuştina bi sedan kurd, li aliyekî jî dertê dibêje “xwîna kurd û tirkan li hev heram e.” Dewlet Bahçelî vê wêrekiya siyasî ji ku digre ku wiha henekên xwe bi kurdan dike? Pêvajoyeke wekî pêvajoya Kobanê xetere li pêş kurdan e. Gelê Bakur divê ku erka xwe ya nerazîbûna demokratîk dîsa bileyîze. Dewleta tirk dikare wisa were tengavkirin û teşhîrkirin. Bi taybet AKP-MHP divê ku ji aliyê DEMê ve werin tengavkirin û teşhîrkirin ku ev jî bi merazîbûnên bi bandor û qewîn ên demokratîk ên gelê Bakur pêkan e. Herwiha yekîtiya gelê kurd wekî nan û avê di vê demê de pêwîst û girîng e. Divê ku kurd yekîtiya xwe ava bikin. Bi yekîtiyê jî çalak li ser piyan bin li ber çar aliyên Kurdistanê. Dîplomasî di vê pêvajoyî de jiyanî ye. Şert û mercên dîplomasiyê ji bo kurdan guncav in. Raya giştî ya dinyayê bi têkoşîn û berdêlên kurdan hatiye hestiyarkirin. Bi tenê meşandina dîplomasiyê ya bi bandor maye. Dewleta tirk îro hejar e. Ku kurd bi yekîtiyê bi bandor gavan bavêjin, dê dewleta tirk û çeteyên wî yên li Sûriyeyê paşde gav bavêjin. Wekî din xetere ye. Kêmasî û derengmayînên li Helebê pêk hatin gelê kurd gelek xemgîn kir. Lê şikestin tune. Berovajî hêrseke dîrokî heye. Divê ku ev hêrs di serî de li bakurê Kurdistanê, di nava kurdan de veguhere vejenî û sekneke bi bandor a demokratîk. Derfetên kurdan ên gavekê jî paşde bavêjin nîn e. Ji Rojava heya Rojhilat wisa ye. Hikûmeta başûrê Kurdistanê jî divê ku dîplomasiyeke bi bandor bike. Heta niha pir qels man. Ku îro Rojava biçe dê teqez sibê bi heman awayî bi Iraqê bi ser wan de herin. Heman rewş ji bo Rojhilat jî derbasdar e. Azadî di yekîtiyê de ye. Li Bakur jî dibetiya provokasyonan ji nava dewletê pir li pêş e. Dibe ku hin alî hewl bidin her tiştî vegerînin serî. Hêvî mezin in. Bi heman awayî xetere jî. Lê  wisa dixuyê ku dewleta tirk vê demê nade ber çavên xwe ku rewşê pêvajoyê bi tevahî berovajî bike. Bes di kesayetiya DEMê de siyaseta kurd li bakurê Kurdistanê di vê hêlî de cih ji wan re vedike. Divê neyê fikirîn ku îro dewletên dinyayê nikarin 60 milyon kurdî ji çav derxin. Bi nifûsa sed sal berê di şerên 1emîn û 2yemîn ên cihanê de çi kirin diyar e. Berjewendiyên qirêj ên pergala şaristaniya navendî her tiştî dikare bike. Kî pêşî bi tevdîrên rast gav bavêje ew li pêş e.