14 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteyên HTŞê bi dronan êrişî Tişrînê dikin

Çeteyên HTŞ, Emşat û Sultan Murat ku Tirkiye piştgiriyê dide wan bi dronek xwekuj êrişî gundê Hacî Hesan ê derdora Bendava Tişrînê kirin. Di heman demê de bi çekên giran der û dorê bendavê jî tobparan kirin.

Çeteyên HTŞ, Emşat, Hemzat û Sultan Murat ên girêdayî Tirkiyeyê û Şamê bi droneke xwekuj êrişî gundê Hacî Hesan ê derdora Bendava Tişrînê kir. Çavkanî da zanîn ku hemwextî êrîşa bi dronê, çeteyan bi çekên giran derdora bendavê topbaran kirin. Di êrîşan de zirarên madî çêbûn.

Di 8ê çileya 2025an de, karwana yekem ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket rê. Şêniyên Kobanê, Tebqa, Reqa, Dêrazorê, Hesekê, Til Temir, Şedadê, Qamîşlo, Dêrik, Amûdê û Giekê Legê tev li karwanê bûn û li ser bendava Tişrînê dest bi nobetê kirin. Karwan dema rêda bû rasterast ji aliyê dewleta Tirk ve hate hedefgirtin. Di encamê de 6 sivîl hatibûn kuştin. Di 15ê Çile de, Dewleta Tirk li Bendava Tişrînê nobedarên ku li wir bûn bombebran kir, di encamê de karmendê tenduristiyê Umer Hesen, Edhem Mistefa Elî û hevjîna wî Hêza Mihemed, Osman Îbrahîm û xwendekarê zaningehê Ronîz Mihemed Elî hatin kuştin.

Di 16ê Çile de, welatiyê bi navê Mihemed Qasmo di bombebarana Tirkiyê ya li ser karwanek sivîl a ber bi bendavê ve diçû de şehîd bû. Di 17ê Çile de, hêzên dagirker ên Tirk karwanek din a sivîlan bombebaran kirin, di encamê de xebatkarê tenduristiyê Mahir Cafer Mihemed û Mihemed Heso hatin kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker di 18ê Çile de êrişên xwe yên li ser nobedarên li Bendava Tişrînê berdewam kirin, di encamê de Ekrem Şêxos Husên Rexo, werzişvan Kêfo Osman, hevseroka ofîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qamîşlo Manîce Heyder, endamên Meclîsa Bajarê Qamişlo Muzefer Remedan Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm û hunermendê şanoyê yê Kurd (Bavê Teyar) Cuma Îbrahîm Xelîl  hatin kuştin. Lê gel heta dawî li ber xe da û bendav li dijî êrîşan parast.