15 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Tulay Hatîmogûllari: Divê kesek agirê li Sûriyeyê gur neke

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku êrişa li dijî kurdan a li Helebê, êrişa li dijî pêvajoya demokrasî û aştiyê ye.

Li ser banga Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Çukurovayê, bi sedan kesên ji Edene, Mêrsîn, Osmaniye û Hatayê hatin, li ber Deriyê Sînor ê Yayladagiyê yê li navçeya Yayladagiyê ya Hatayê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Cîgirê Serokê Giştî yê EMEPê Sedat Başkavak, hevserokê Giştî yê SYKPê Mertcan Titîz, hevseroka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Dîdem Goçer, hevserokê Giştî yê DADê Zeynel Kete û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Piştî meşê, li pêşiya deriyê sînor daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rê nedin komkujiyên li Sûriyeyê. Em bi gelên kurd, elewî, suryan, durzî û hemû gelan re ne” hat hilgirtin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di daxuyaniyê de bertek nîşanî êrişa li dijî Helebê da û got: “Em li vir bangî hemû dinyayê dikin; du hefte berê bi sedan kesan li vê derê komkujiya li dijî elewiyan protesto kir. Çendek roj piştre jî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî kurdan komkujî dest pê kir. Em vê komkujiyê qebûl nakin. Di demeke hevdîtinên ser Mitabeqeta 10ê Adarê didomiyan, di demeke Peymana 1ê Nîsanê ya ji bo Helebê di meriyetê de ev êriş hatin destpêkirin. Bi vê yekê re xwestin pêşiya serdema nû û entegrasyona demokratîk bigirin. Êrişa li dijî kurdan a li Helebê, êrişa li dijî pêvajoya demokrasî û aştiyê ye. Em vê bi tu awayî qebûl nakin. Gelê kurd li tu cihekî bi tenê nîn e. Em li vir piştgiriya xwe radigihînin.

Vê feraseta li Sûriyeyê komkujî li dijî kurdan kir, li pêş çavên hemû dinyayê bi unîformayên DAIŞê êriş kir. Ev yek nîşan dide ka yên li wir êriş kirin kî ne. Hemû dinya dizane ku SMO, HTŞ, El Qaîde û komên paramîlîter ên girêdayî El Nusrayê di êrişan de cih girtin. Em vê qebûl nakin. Her kesî ew vîdeoya ku jineke kurd tê îşkencekirin û ji avahî tê avêtin dît. Di tu olan de tiştekî wiha nîn e. Tu wijdan û kesên ji xwe re dibêjin însan vê qebûl nakin. Tiştekî wiha di hiqûqa şer de tune ye. Em li vir careke din hemû jinên li Helebê û li Rojava li ber xwe didin silav dikin.

Serokê Giştî yê MHPê di civîna koma partiya xwe de îro ev mijar kir rojeva xwe. Çendek rexne li DEM Partiyê kir. Dibêjin li wir xwîna kurdan nehatiye rijandin. Ev xelet e. Li wir xwîna kurdan hat rijandin, xwîna elewiyan, ereban, suniyan, xiristiyanan, surziyan hat rijandin. Xwezî wisa nebûya û em mecbûr nemabûna ku me behsa vê bikira.

Ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê bi aştiyeke birûmet biencam bibe em ê tişta ji dest tê bikin. Lê; ma em ê daxuyaniyên berdevkên hikûmetê yên provokatîf, yên pêşiya komkujiyê vekirin, sor kirin, piştgirî dayîn jinedîtî ve bên? Em ê paşguh nekin. Ev xelet in. Divê kesek agirê li Sûriyeyê gur neke. Em li vir careke din ji hemû hêzên siyasî û burokratên Tirkiyeyê dikin ku bi zimanekî berpirsyar biaxivin.

Em li vir careke din sersaxiyê ji bo hemû malbatên xizmên xwe di êrişên li Helebê de winda kirin re dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê hêvî dikin.”