Dayikên Aştiyê li dijî êrişên komên çete yên giredayî HTşê û Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li Enqereyê civiyan. Dayikên Aştiyê li ber Wezaretê Karên Derve ya li navçeya Çankayayê ya Enqereyê kom bûn. Dayikên Aştiyê li vir pankarta li ser, ‘Em dayik rê nadin şer’ dinivîsî hilgirtin û dovîzên li ser, ‘Rojava rûmeta me ye’, ‘Em şer naxwazin’ û ‘Bijî berxwedana Rojhilat’ dinivisî û çelenga reş rakirin. Herwiha dayikan wêneyê Zeyad Heleb ku li taxa Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dabû hilgirtin.
Dayikên li vir hatin astengkirin di nav dorpêça polîsan de bênavber dirûşmeyên, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Şehîd namirin’, ‘Em şer naxwazin aştiyê dixwazin’ û ‘Bijî berxwedana Şêxmeqsûd’ berz kirin. Destûr nehat dayîn ku dayik biçin ber deriyê Wezareta Karên Derve.
Dayikan li vir daxuyanî dan. Dayika Aştiyê Hava Kiran wiha axivî: “ Ji dayikan re herî zêde zarokên wan pîroz in. Em dayik ji bo zarokên tu dayikan nemirin li vir in. Tu kes bi qasî kurdan ne misilman e. Jinek kuştin û di ser avahiyê de avêtin. Ew ne misilmantî ye. Em Dayikên Aştiyê li tu aliyên welat şer naxwazin. Em di pêvajoyeke aştiyê de derbas dibin. Em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin; zarokên kurdan ne pezê ber kêrê ne. Em bang li dewletên navneteweyî û Tirkiyeyê dikin vî şerî rawestînin. Feydaya vî şerî ji tu kesekî re tune ye. Em dibêjin bila aştî demokrasî pêk were. Têkoşînê li Enqereyê dest pê kir çareserî jî li vir dibe. Ji bo wê em hatin vir. Em dixwazin şer bisekine û aştî pêk were û em Hakan Fîdan vedixwînin ku îstîfa bike.”
Dayika Aştiyê Emîne Eren jî bang li rêyedarên Tirkiyeyê û hezên navneteweyî kir û got: “Îro şerekî hovane li ser gelê Rojava tê meşandin. Em kesên van êrişan dikin şermezar dikin. Tirkiye ew çete perwerde kirin û şandin şer. Şerekî li dijî mirovahiyê ye. Em hatin ku Wezîrê Karên Derve re hevdîtînê bikin. Bila îstîfa bike. Li ser xwîna zarokên kurdan planan dike. Em dibêjin bila aştî bibe. Em şer naxwazin. Me zarokên xwe winda kir, em naxwazin zarokên kesî bimirin. Dinya têra me hemûyan dike. Banga me ji civata navneteweyî re jî ev e; Colanî DAIŞ e. Lê Tirkiye piştgiriya wan dike. Em careke din dibêjin aştî. Em hatin hevdîtinê bikin û bêjin li ser xwîna kurdan bazariyê nekin.”
‘Radikin quranê û zarokên kurdan qetil dikin’
Rêvebera MEBYA-DERa Amedê Meryem Soylu jî destnîşan kir ku radikin quranê û zarokên kurdan dikujin û got: “Hemû kesên dibêjin em mirov in divê vê zilmê qebûl nekin. Divê derfetê nedin DAIŞê. Dê sibê li serê hemû dinyayê bela bibin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Dayikên Aştiyê dê serdana Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li dijî komkujiyên li Helebê dê 3 rojan nobed bigire, bikin.
