Balyozxaneya sanal a Amerîkayê ya Îranê ji bo xetereya li ser jiyanê ya li Îranê hişyariyeke lezgîn parve kir û ji walatiyên amerîkî xwest ku demildest ji Îranê derkevin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku welatiyên amerîkî bernameya xwe ya derketina ji Îranê çêkin û li benda alîkariyê rêveberiya Amerîkayê nemînin.
Balyozxaneyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li Îranê her roj xwepêşandan zêde dibin û ev jî xetereya li ser jiyanê zêdetir dike. Di daxuyaniyê de ji bo welatiyên amerîkî ku ji Îranê dernekevin jî dixwaze ku “di mala xwe de an jî di avahiyeke bi ewle de bimînin.”
Der barê helwesta Amerîkayê ya li ser Îranê de Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt daxuyanî da. Karoline Leavitt di daxuyaniyê de diyar kir ku siyaseta serokê Amerîkayê Donald Trump di destpêkê de siyaseta dîplomasiyê ye lê heke ev bêencam bimîne “siyaseta mudaxileya çekdarî” jî her tim li ser maseyê heye.
