22 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Tevlêbûna seferberiyê zêde dibe

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberiya giştî ragihand û diyar kir ku pêwîst e gel li kêleka HSD û YPJê bisekinin û banga berxwedanê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir.

Bi armanca bersivdana banga Rêveberiya Xweser endamên Navenda Dicle ya Çand û Hunerê û Koma Cûdî ya Dêrkê ya kantona Cizîrê tev li seferberiya giştî bû û li kêleka HSDê û YPJê sekinî.

Li pêş navenda Dicle daxuyaniyek hat xwendin, endamên bang li gelê herêmê kir ku hişyar bin û tev li seferberiya giştî bin.

Eşir tev li seferberiyê bûn

Eşîra Deqorî ya bajarê Amûdê û gundewarê wê tev li seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû û bang li tevahî hêzên civakî kir ku yekgirtî bin.

Di daxuyaniyê de bang kirin û gotin: “Em yekitiya xwe li hember gefan bikin yek, berjewendiya Kurdistanê di ser her tiştî re bigirin. Parastina xakê û rûmetê erkekî pîroz e.”