13 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Donalp Trump: Bi peymanê yan jî bi rêbazên cuda em ê Gronlandê bistînin

Serokê DYAyê Donald Trump, îdia kir ku heke ji bo Gronlandê nekevin nava hewldanê dê girav bikeve bin bandora Rûsya yan jî Çînê û got: “Bi lihevkirinê yan jî bi rêbazên cuda dê Gronlandê bistînin.”

Serokê DYAyê Donald Trump, duh di balafira xwe ya Air Force One de pirsên rojnamegeran bersivand. Trump, careke din nêrîna xwe ya têkildarî Gronlandê dubare kir û got: “Bi peymanê yan jî bi rêbazekî din em ê Gronlandê bistînin.” Trump, bi domdarî ev îdiaye kir: “Heke em Gronlandê nestînin, dê Rûsya yan jî Çîn bistîne. Ez ê nehêlim ev yek bibe.”

Trump, îdia kir ku xebatên Rûsya û Çînê yên leşkerî yên li Qutba Bakur zêde bûne û ev der ji bo ewlehiya neteweyî ya DYAyê girîng in. Trump, îdia kir ku Danîmarka têkildarî mijara Gronlandê vekirî ye.

Rayedarên Danîmarkayê û hin şirîkên ewropî bertek nîşanî daxuyaniyên Trump dan.