Çalakiyên li paytexta Îranê Tehranê dest pê kirin, li 31 eyalet û 186 bajar û navçeyan didomin. Çalakî bi giştî li 585 qadan di roja 15an de didomin. Ajansa Nûçeyan a Akîvîsta Mafên Mirovan (HRANA) ku ji hêla îraniyên li DYAyê ve hatiye valakirin, da zanîn ku nasnameya 544 kesên di çalakiyan de hatine kuştin, hatine tespîtkirin. Li gorî dîmen û wêneyên li ser medyaya dijîtal û agahiyên gel dane, di morgan de gelek cenazeyên nehatine tespîtkirin hene.
Şevê din li Tehranê 5 kurd hatin kuştin. Navên welatiyên hatine kuştin ev in; Alî Riza Seyyîdî, Burhan Sayyîdî, Selam Mîranî, Îbrahîm Ahmedpourian û Muhammed Zamanî.
Di çalakiyên pêr de jî ji kesên hatin kuştin nasnameyên Mahmûd Musavî, xwendekarên Zanîngeha Tehranê Aîda Heydarî û Zahra Bahlolîpour, Navîd Salehî yê li Kirmaşanê û Bayat Sobhanî hatin tespîtkirin.
Li gorî daneyên HRANAyê; ji kesên hatine binçavkirin herî kêm 10 hezar û 681 jê hatin girtin û niha tam nayê zanîn çend kes di bin çavan de ne.
Hat ragihandin ku hêzên rejîmê ji bo cenazeyên kuştine bide malbatên wan, ji malbatan pereyan dixwaze. Hêzên rejîmê, ji bo cenazeyê Amîr Alî Heydarî (17) ku li Kirmaşanê kuştibûn, milyarek doman ji malbatê stand.
