12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

DYA û NY têkildarê Îranê de daxuyanî dan

Serokê DYAyê Donald Trump ji aliyekî ve biryara destwerdana li Îranê dinirxîne, li aliyê din anî ziman ku Îranê daxwaza muzakereyê kiriye. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî bang li Îranê kir ku hêza zêde bi kar nîn e.

Çalakiyên protestoyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê ku di 28ê kanûna 2025an de li dijî krîza aborî dest pê kir û li tevahiya eyaletên Îranê belav bûn, didomin. Heta niha çalakî ji 31 eyaletan li 28an belav bûn. Li nêzî 180 bajar û navçeyan bênavber berdewam in. Bi sedan kes di çalakiyan de hatin kuştin û bi hezaran kes hatin binçavkirin. Lê tevî zextên rejîmê jî çalakî roj bi roj belav dibin.

Li dijî êrişên rejîmê, hêzên navneteweyî tenê gotinên weke “Em fikardar in” didin. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji bo mudaxilekirina Îranê dest bi şêwirîna bi cîgirên xwe kir. Trump diyar kir ku piştî van geşedanan, rayedarên Îranê duh bi wî re pêwendî danîne û daxwaza muzakereyan kirine.

Trump diyar kir ku piştî gefa mudaxilekirinê ya DYAyê, îxtîmala hevdîtina bi rayedarên Îranê derket holê û got: “Lêbelê ji ber tiştên diqewimin, dibe ku em berya civînê neçar bimînin ku gavan biavêjin.”

Trump têkildarî xwepêşandanan jî got: “Têkildarî çalakiyan her kêliyê têm agahdarkirin. Em çendek vebijêrkên pir xurt dinirxînin. Em ê di nava demekî kn de biryarê bidin.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî bang li rayedarên Îranî kir ku di destwerdana li protestoyan de ji aliyê bikaranîna hêzê ve zêdegaviyê neke.