Cenazeyê Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê. Gelê kantona Firatê bi girseyî Ziyad li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê pêşwazî kir.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku “Hevalê me Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digirt di berxwedaniya dîrokî ya Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de, 10ê Çileya 2026an gihîşte şahadetê.”
