12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Mirî û birîndarên Helebê veguhêstin Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê

Di çarçoveya agirbesta qismî ya li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ya Helebê de, karwana ku welatiyên jiyana xwe ji dest dane û birîndaran bûne ji nexwaşxaneyan girtin û wan derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.

Di encama agirbesta demkî ya ji bo êrişên bi ser taxên kurdan ên li Helebê dest pêkir û şûn ve karwana ji bo piştgiriyê hatiye, welatiyên jiyana xwe ji dest dane ji taxên Şêxmexsud û Eşrefiyê ji nexweşxaneyan girtin û bi konvoyê derbasî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kirin. Birîndarên gihiştine Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dê li nexweşxaneyan werin dermankirin.

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku Tirkiye wan perwerde dike, di 6ê çileyê de êriş li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên dorpêçkirî dabû destpêkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya her sê taxan 5 rojan ji bo parastina sivîlan berxwedaniyek mezin nîşan da.

Piştî şerên dijwar qewimîn, di şeva 10ê çileyê ya 2026ê de agirbestek demkî di navbera Hêzên ewlekariyê ya Şêxmeqsud û Hikumeta Demkî de çêbû. Li ser agirbestê kesên li Helebê jiyana xwe ji dest dane û birîndarên bûne bi karwanekî seyareyan derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin.

Bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ku bi armanca piştgiriyê ketibûn ser rêya Helebê, li deriyê bajarê Dêr Hafirê yê Tebqayê, karwan pêşwazî kirin. Saziyên Heyva Sor a Kurd ên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birîndaran rakirin nexweşxaneyan.