Rexnegirê amerîkî Harold Bloom ê ku têgehên wekî ‘endîşeya bandorstendinê’ ‘şaşxwendinê diyarî cîhana wêjeyê kiriye û li ser ‘divê mirov çima û çawa bixwîne’ sekiniye, dibêje “qebûlkirina hêza estetîk fêrî me dike ku em ê bi xwe re çawa biaxivin û em ê çawa tehemulî xwe bikin.” Ji ber ku li gorî wî sûda rast a nivîskarên mezin ên cîhana wêjeyê ev e ku, wan nivîskaran tevkarî li mezinbûna kakilê kesayetiya mirovan kiriye.
Li vir ji gotin û fikrên Bloom zêdetir dixwazim balê bikişînim ser gotinên wî yên ‘axaftina bi xwe re’, ‘hêza estetîkê û xweavakirinê’. Di vê çarçoveyê de dixwazim gotina xwe ya dawîn di serî de bibêjim: Ez ji bo hînî kurdî bibim, helbestê dinivîsim!
Ji ber ku kurdî [kurmancî] û civaka kurd di du sed salên dawîn de derbên giran xwarine, wekî çemekî ku pêşiya wê hatibe girtin, ji neçarî berê xwe guherandiye, ji xwe re rêyek dîtiye. Lê ev rê li gorî şertên zor û zehmet stratejîk be jî, li gorî geşbûna organîk a li ser axa xwe û bi civaka xwe, ji stratejîkbûnê wêdetir mecbûriyet e. Dema rojnameya Kurdistanê li Misirê, kovara Rojî Kurd li Stenbolê û kovara Hawarê li Şamê hatin derxistin, li gorî şertên wê demê ev gavên stratejîk bûn lê ji bo geşbûna kovargerî, rojnamegerî û wêjeya kurdî ev mecbûriyetek bû ku li ‘dûr’ahiyê ‘nêzîk’an nêzîktir bike.
Li vir tişta nêzîk, liberdest, potansiyel û çavkanî Kurdistan bû lê ji neçarî hevîrê wêje û ziman, ji dêvla deştên Kurdistanê wê di teştên xerîbistanê de bihata strandin, ev hevîr ji dêvla volkanên wekî Qerejdax, Tendûrek û Agiriyê wê di tenûrên Misir, Stenbol û Şamê de bihata xistin. Ev kovarên kurdî heke kilama qedîm û pirtûkên pîroz bûna jî, rê li ber wan hatibû girtin ku di nav civaka xwe de geş û belav bibin. Di dîrokê de ji tu peyamberên li dûrî axa xwe, yên li sirgûnî û xerîbiyê ‘pirtûk nehatine şandin’ û ‘pê re nehatiye axaftin’. Ev krîza ku hatiye serê kurdan nehatiye serê tu gel, netewe û komên baweriyên din.
Ligel ku dîrok bi hejmarî bi pêş ve diçe, dîrokê yan bermahiyeke biçûk ji gel û zimanan re kiriye sermayeyeke mezin an jî ji sermayeke mezin çend bermahî, qir û qaf hiştiye. Para me kurdan jî bûye bermahiyên parçebûyî. Ji ber ku divê em li ser van bermahiyên parçebûyî yên di dema xwe de li dûrahiyê hatiye avakirin, ji nû avakirinekê bikin, karê me du katan zêdetir dibe. Ji ber ku dema em bixwazin qala hêza estetîkê bikin jî divê em dîrok û civaka xwe ya bûye serad, ji nû ve bişon û veşon, piştre bi saz û awaz bikin.
Ji bo qebûlkirina hêza estetîkê ji me re ‘xwe’yek hewce ye, lê ew ‘xwe’ya me di bin kavilên dîrokê de, di bin xweliyên civaka şewitî de maye. Me ‘xwe’stiye em ji dûrahiyan hinek ‘xwe’yan ava bikin ku ev ‘xwe’ bibin haveyn, rol û modela em li dûrî wê ne, ev jî toqeke naletê ye ku dîrok xistiye stûyê me.
Ev reaksiyonên ku di dîroka me de pêk hatine, li ser wêjeya me jî dibe wekî nifireke kolektîf (hûn ê her dem ji hev dûr û parçe bin, yekparetî û yekîtî wê nebe para we), pizikeke genetîk (wê qedera we her dem wisa be ku hûn ê xwe bi xwe bin, hûn ê hevdu ji pizikên hev nas bikin) an jî sînorekî ku di hişê me de hatiye çêkirin (aso wê ji we re sînor be, hûn biçin ber asoyê jî hûn ê nikaribin wî sînorî derbas bikin.)
Dema dibêjim ‘Ji bo hînî kurdî bibim, helbestê dinivîsim!’ qala van reaksîyonên di dîrokê de dikim, ez ‘xwe bi xwe’ ‘xwe’ dikim ‘xwe’ da ku ‘xwe’yê pêşkêş bikim. Ji bo pêşkêşkirina helbest û estetîkê, ‘xwe’yek hewce ye ku mirov pê re biaxive û tehemulî wê bike. Li vir çiqasî tehemulî ‘xwe’ dikim ew qasî ‘xwe’yekê ava dikim ku pê re biaxivim û çiqasî ‘xwe’yan zêde dikim da ku pê re biaxivim ewqasî jî tehemulî hebûn û zêdebûna wan dikim.
Estetîka di vir de wekî erdhejê ye. Lewheya ‘axaftina bi xwe re’ û lewheya ‘tehamulkirina xwe’ dema li hev dikevin û erdhej çêdibe, ji vê erdhejê germav (fikr û ramyarî) avên xwedî mîneralên zêdê (huner û estetîk) dizên. Gelê kurd li ber şarampol û karambolan, hewl daye çirûskek be jî ava bike û ji bo hişyarî û ronahiyeke mezintir, hewl daye wê çirûskê bike birûsk.
Xweavakirin dibe jengayeke ku her carê parçeyekî ji nava xwe derdixe û datîne ser xwe û hewl dide wisa bilindtir bibe, valabûna di nav wê de ji wê re krîz be jî, ew valabûna di nav xwe de ji xwe re dike barsivikî û wisa bilind dibe. Ji bo ku qayîşê bi kûleyên mezin bikişîne, divê ew kêmasî û valabûna di nav xwe de, ji xwe re bike haveyn û wisa bilindtir bibe.
