11 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Ji xebatkarên tenduristiyê banga lezgîn kirin

Xebatkarên tenduristiyê, banga lezgîn li  Neteweyên Yekbûyî,  hemû rêxistinên mafên  mirovan û tenduristiyê, her wiha hêzên  ku bi meseleya Sûriyeyê re eleqedar kirin ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, êrişên li nexweşxane û sivîlan  bidin  rawestandin.

Xebatkarên saziyên tenduristiyê yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê êrişên komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Dewleta Tirk a dagirker ên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê de, Cîgira hevserokên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tolîn Hemo bi zimanê erebî, hevserokê desteyê Mihemed Nûr Şebab bi zimanê inglizî daxuyanî xwendin. Daxuyanî li pêşiy avahiya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhhilatê sûriyeyê ya li bajarê Reqayê hat xwendin.

Daxuyaniya ku bêdengiya sazî û rêxistinên navnetewî hatiye  şermezarkirin û banga lezgîn tê kirin wiha ye: “Di roja 5emîn de taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku  sivîl têde dijîn, veguherîne qada şerekî vekirî. Çekên cur bi cur ku çekên  girana jî di nav de ne, tên bikarîn û şerekî xeternak heye. Jiyana bi deh hezaran sivîlan dixe xeteriyê. Ev yek binpêkirineke berbiçav a qanûnên navneteweyî yên mirovî ku di şeran de pabendbûnê bi parastina niştecihên sivîl nîşan dide ye.

Bi navê kadroyên rêveber, bijîşk û xebatkarên qada tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em bombebarana bi zanebûn û domdar a li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd bi tundî şermezar dikin. Ev sûcekî eşkere û  binpêkirineke giran a qanûna mirovî ya navneteweyî. Hemû pîvanên navneteweyî yên têkildar hatine binpêkirin.

Hedefgirtina dubare ya nexweşxaneyê di demên nêzîk de, bi awayekî teqez û bê guman nîşan dide ku ev bombebaran bi zanebûn û sîstematîk tê kirin. Armanca wan ew e ku nexweşxaneyê bi awayekî daîmî ji xizmetê derxînin. Tevî ku dizanîn ew nexweşxaneya navendî û bingehîn e ku xizmetên bijîşkî pêşkêşî niştecihên taxa Şêxmeqsûd dike ye jî, êriş dikin. Ev taxeke ku  şêniyên wê zêde ne û ji berê ve ji ber şert û mercên mirovî yên pir dijwar zehmetiyan dikişîne.

Di encama vê bombebarana bi zanebûn de hejmarek ji xebatkarên tenduristiyê dema erkên xwe yên mirovî pêk di anîn şehîd û birîndar bûne. Ev yek li gorî Peymana Cenevreyê, nexasim Peymana Çaremîn û Protokolên wê yên zêde ku bi eşkere parastina navendên bijîşkî û xebatkarên di hemû deman de dixebitin dike, sûcekî şer e.

Ev hedefgirtin di çarçoveya dorpêçeke sîstematîk û bêhnteng de tê kirin ku bi mehan e li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê ferzkirin. Li van  taxan sotemenî û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê, bi taybetî derman û pêdiviyên bijîşkî naghêjin nagihîjin welatiyan. Vê yekê sîstema tenduristiyê westandiye û sivîlan ji mafê wan ê bingehîn ê lênêrîna tenduristiyê bêpar dihêle.

Şertên tund ên di nava şerde û êrîşa leşkerî yên berdewam rê li ber bijîşk, hemşîre û paramedikan digire ku bigihîjin her du taxan û  erkên xwe yên pîşeyî, mirovî pêk bînin. Ev yek  binpêkirinek e.

Di dema serdegirtina endamên artêşa Sûriyeyê ya li ser taxa Eşrefiyê de, gerînendeyê Nexweşxaneya Şehîd Osman, şehîd Ednan Osman û biraziyê wî dermansaz Elî Osman ku ji bo parastina wê û xizmetkirina nexweşan li nexweşxaneyê man, hatin înfazkirin. Wana ev nexweşxane bi hewldanên xwe ava kiribû.  Kuştina xebatkarên tenduristiyê wekî sûcekî şer û binpêkirineke giran a Peymanên Cenevreyê ye.

Di encama êrîşa leşkerî ya berdewam a li ser herdu taxan de, hemû nexweşxane û navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, ji kar derketine. Nexweşxaneyên taybet ên li taxa Eşrefiyê jî  ji xizmetê derketine. Ev yek bûye sedema felcbûna hema bêje bi temamî pergala xizmetên tenduristiyê  ya ji bo niştecihên sivîl.

Niha, jiyana zêdetirî 70 jin, zarok, mêr û kal û pîrên birîndar ên li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a hatiye  hedefgirtin û hejmareke mezin ji birîndaran ku li derveyî nexweşxaneyê ne, ji ber bombebarana dijwar û bêserûber di xetereyê  de  ye. Ji ber ku nexweşxane ji xizmetê derketiye û kêmasiyeke giran di kadroyên bijîşkî û pêdiviyên tenduristiyê de heye, karesateke mirovî û tenduristiyê dê bi xwe re bîne.

Hemû qanûn û peymanên navneteweyî, Peymanên Cenevreyê û Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, pêwîstiya parastina sivîlan, tiştên sivîl û misogerkirina parastineke taybetî ji bo sazî û personelên bijîşkî  mîsogerdikin. Lê belê, tişta ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diqewime binpêkirineke sîstematîk a van prensîban e û li gorî qanûna navneteweyî wekî sûcên şer tên hesibandin.

Li ser navê xebatkarên tenduristiyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em hemû sûcên şer û binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan û saziyên tenduristiyê bi tundî şermezar dikin.  Em piştgirên van  êrişan ji aliyên qanûnî û mirovî ve bi tevahî berpirsiyarên van sûcan dibînin.

Em banga lezgîn li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û tenduristiyê, her wiha li dewlet û hêzên bi bandor ên di mijara Sûriyeyê de xwedî gotinin dikin ku bêdengiya xwe bişikînin, berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bicîh  bînin, tedbîrên bi lez û bibandor bigirin da ku şer rawestînin, dawî li sûcên bi zanebûn ên li dijî taxên sivîlan û binesaziya sivîl, nemaze nexweşxane û navendên tenduristiyê, bînin.