11 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd û dostên xwe li Parîsê meşiyan

Li Parîsê bi hezaran kes bi wesîleya salvegera kuştina sê jinên şoreşger hatin ba hev û li dijî komkujiyê meş li dar xist.

Ji bo bîranîna sê jinên kurd ên li Parîsê hatin kuştin, bi pêşengiya TJK-E, TJK-F û CDK-Fê li paytexta Fransayê Parîsê bi dirûşma “Ji bo Heqîqetê Edalet” meş hat lidarxistin. Di meşê de kurd û dostên wan li Parîs Gare du Nord hatin ba hev, ber bi qada Republique ve meş li dar xistin.

Di meşê de Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên ku sala 2013an hatin qetilkirin û Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên ku sala 2022yan hatin kuştin, hatin bîranîn. Bi hezaran dirûşmeyên “Sara Rojbîn Ronahî, Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd”, “Bijî Berxwedana Eşrefiyê” berz kirin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan, Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil, alên HBDH, PJAK, HSD, YPG, YPJ hatin hildan.

Di meşê de pankartên “From Paris to Kurdistan Youth Against Faschism (Ji Parîsê heya Kurdistanê ciwan li dijî faşîzmê ne)”, “DU SANG DE NOS MARTYRS FLEURIRA NOTE REVOLUTION (Ji xwîna şehîdên me dê şoreşa me şîn bibe)” û “Tecrîdê bi dawî bikin, bêhiqûqiyê bi dawî bikin” hatin vekirin.