Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, komên çeteyan ku ev 3 rojin bi hemû cure çekan êrişî nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêxmeqsud dikin, niha jî bombeyên gazê di avêjin hundirê nexweşxaneyê.
Bombeyên gazê mirovan bê nefes dihêlin û xeteriya jiyanê çêdikin. Li Hundirê nexweşxaneyê jî nêzî 100 nexweş, birîndar, jin û zarok hene.
