12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

PDK-Bakur, PSK, PWK û HAK-PARê ji bo Rojava û Rojhilat daxuyanî dan

PDK-Bakur, PSK, PWK û HAK-PARê bi daxuyaniyekê êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê şermezar kir û destnîşan kirin ku ev êriş rê li ber komkujiya gelê kurd vedikin û ceribandina ji holêrakirina destkeftiyên kurdên rojavayê Kurdistanê ye.

Hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê divê van êrîşên hêzên tundrew yên li ser taxên kurdan ên li Helebê bi helwesteke yekgirtî şermezar bikin, divê li doza gelê me yê rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin, piştgiriya wan bigrin.”

Çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê, ji 6ê çileyê ve êrişên dijwar dibin ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê û jin û zarok di nav de gelek sivîl qetil kirin. Bertekên li dijî êrişan berdewam dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), têkildarî êrişên li dijî taxên Helebê û serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê li avahiya Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat a li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em êrişên li ser taxên kurdan ên li Helebê şermezar dikin. Em piştgiriya serîhildana gelên rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin” û ala Herêma Kurdistana Federe hat daliqandin. Endam û rêveberên partiyan tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi zaravayê kurmancî yê kurdî Cîgirê Serokê PWKê yê Giştî Mehmet Can Azbay xwend. Daxuyaniya bi tirkî jî serokê HAK-PARê yê Amedê Mûstafa Okûmûş xwend.

Mehmet Can Azbay diyar kir ku çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku piraniya wan kurd in êrîşên dijminane pêk tînin û wiha got: “Di encama van êrişan de gelek kuştî û birîndar hene. Rêvebiriya Şamê bi hişmendiya nîjadperestî, şowenî ya erebî, bi van êrişan dixwaze demografiya Helebê biguherîne û rê li komkujiya gelê kurd vedike. Êrişên Rêvebiriya Şamê yên li ser taxên kurdan ên Helebê, ceribandina ji holê rakirina destkeftiyên kurdên rojavayê Kurdistanê û pêk anîna siyaseta dewleteke unîter, totaliter, erebî ye.”

 ‘Êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê erişen terorî ne’

Mehmet Can Azbay destnîşan kir ku êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên kurdan destpêka rê li ber girtina, statuyeke rojavayê Kurdistanê ye û wiha domand: “Destpêka rê li ber girtina azadî, demokrasî, edalet, pir rengî û wekheviya hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî yê li Sûriyeyê ye. Êrîşên komên çekdar yên girêdayî Rêvebiriya Şamê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku piraniya wan kurd in, êrişên terorî ne, em van êrişan şermezar dikin. Em bangî Hevpeymaniya Navdewletî, saziyên navdewletî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê dikin da ku demildest rê li ber van êrişên Rêvebiriya Şamê bigirin.”

Mehmet Can Azbay bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku dest ji piştgiriya hêzên nijadperest û tundrew yên li Sûriyeyê berde, siyaseta li dijî kurd biterikîne û wiha pê de çû: “Hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê divê van êrîşên hêzên tundrew yên li ser taxên kurdan ên li Helebê bi helwesteke yekgirtî şermezar bikin, divê li doza gelê me yê rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin, piştgiriya wan bigrin. Weke HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWK, em bi hemû hêza xwe piştgiriya têkoşîna gelê me yê rojavayê Kurdistanê ya ji bo sîstemeke federalî, demokratik, wekhev, azad û dadwer û têkoşîna hemû pêkhateyên neteweyî, etnîkî, dînî, mezhebî, civakî ya hemû gelên Sûriyeyê dikin.”

 ‘Ev pêvajo dê bidawîhatina Rejîma Îranê bileztir bike’

Mehmet Can Azbay bi lêv kir ku piştgiriya serîhildana gelên rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî dikin û destnîşan kir ku serîhildan û berxwedana gelên Îranê û rojhilatê Kurdistanê dê pêvajoya bidawîhatina Rejîma Îslamî ya Dewleta Îranê bileztir bike.

Mehmet Can Azbay ku êrişên Dewleta Îranê yên li dijî gelê sivîl şermezar kirin, xwest ev êriş demildest bên rawestandin û ev bang kir: “Em bang li saziyên navdewletî, bi taybetî li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê dikin ku ji bo rawestandina van zext û komkujiyên Dewleta Îranê, helwesteke bi bandor nîşan bidin.

Em bang li hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê dikin ku bi şêweyekî hevbeş û bi bandor piştgiriya serhildana azadiyê ya gelên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin. Herwiha em bang li hemû sazî û dezgehên siyasî, sivîl û demokratîk ên cîhanê yên ku alîgirê aştî, azadî, demokrasi, mafê mirovan û dadperweriyê ne dikin ku li dijî van zext û komkujiyên Dewleta Îranê dengê xwe bilind bikin û helwesteke xurt nîşan bidin.

Azadiya gelê me di tifaqa neteweyî re derbas dibe

Bêgûman xala destpêkê ya azadiya gelê me yê rojhilatê Kurdistanê di yekrêziya gelê me û tifaqa neteweyî, demokratîk ya partiyên siyasî de re derbas dibe. Em Navenda Diyalogê ya ji bo Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê ku ji 7 partiyên siyasî pêk tê, bi rêzdarî silav dikin. Em bi hemû hêza xwe piştgiriya têkoşîna hemû gelên Îranê û gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê ya li dijî zilmê û zordariyê dikin.”