11 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Diego Arrîa: Trump tenê behsa petrolê dike

Muxalîfê Venezuelayê Diego Arrîa der barê şerê li dijî Venezuelayê û girtina Nicolas Maduro got ku Trump qala azadiyê, berdana girtiyên siyasî nake û got: ” Heye tune qala petrolê, razemeniyê û pereyan dike.”

Diego Arria Arria bi muxalefeta li dij desthilatdariya Nicolas Maduro tê nasîn. Di vê mijarê de gelek tecrûbeyên xwe heye. Berya ku Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ji aliyê Amerîkayê ve bê girtin bi Amerîkayê re hevkariyê dikir. Herkes li bendê bû ku van kesayetên muxalîf ji ber kiryarên Trump spasiya wî bikin. Lê ji ber helwesta rêveberiya Donald Trump a piştî girtin û birina Serokê Venezuelayê Nikolas Maduro nerazîbûn nîşan da û rexne kir.

 ‘Em bi fikar in’

Diego Arria di hevpevînê de bi taybet balê dikşîne ser daxuyaniyê Serokê Amerikayê Donald Trump û dibêje: “Trump di van daxuaniyê xwe de qala azadiyê, serbest berdana girtiyên siyasî nake; heye tine qala petrolê, razameniyê û pereyan dike.” Diego Arria ji ber vê helwestê bi tundî Donald Trump û rêveberiya wî rexne dike û fikarên xwe yên li ser vê aşkera dike.

Balkêş e ku Donald Trump piştî girtina Serokê Venezuelayê Maduro hevkarî bi Cîgira Maduro Delcy Rodriguez û rêveberiya heyî re hevkariyê dike. Di raya giştî de tê gotin ku Trump hevkarên xwe firot. Diego Arria jî hinek di vê fikarê de helwestên xwe aşkare dike û big tundî rexne dibe ser Donald Trump. Piştî girtina Maduro Dadgeha Bingehîn ya Venezuelayê Cîgira Maduro Delcy Dodriguez ê wek Serokê Venezuelayê diyar kir. Seroka Venezuelayê Delcy Rodriguez niha Venezuelayê bi pergala berê ve bi rê ve dibe.

Dihat payîn ku Donald Trump, Maria Corina Machado ku xwediyê xelata Nobelê ye di cihê Nicolas Maduro de peywirdar bike. Lê Trump diyar kir ku Maria Corina Machado jineke baş e lê di nav Venezuelayê de ne xwediyê rêzdariyê ye.