12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Şêqmeqsûd ne di bin kontrola rejîmê de ye

Hêzên Ewlekariya Hundirîn got, îdîayên ku dibêjin hikumeta demkî ji sedî 90ê taxa Şêxmeqsûdê xistiye bin kontrolê, ne rast in.

Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê îdia kir ku wan ji sedî 90ê taxa Şêxmeqsûdê kontrol kiriye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê ev îdia derewand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê îdia kir ku wê ji sedî 90ê taxa Şêxmeqsûdê kontrol kiriye. Em teqez dikin ku ev îdia derew in, xapandin e û tu rastiya wan tune ye. Lê di çarçoveya hewldanên binkeftî de tên belavkirin da ku sûc û binpêkirinên mezin ên ku milîsên Şamê li dijî sivîlan pêk tînin, veşêrin.

Li ser erdê, li eniyên taxa Şêxmeqsûdê şerên dijwar ên kolanan li dijî milîsên hikûmeta Şamê tên kirin û derbên giran li wan hatine xistin.

Herwiha êrişên hovane yên bi tank û obîsan li ser taxê dewam dikin. Ev êriş sûcên sîstematîk in, armanc jî belavkirina tirsê di nava şêniyan de, wêrankirina binesazî û nexweşxaneyan e ku binpêkirina tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî û mirovî ye.”