Li bajarê Torontoya Kanadayê Kurdistanî û dostên wan, êrişên li ser taxên Kurdan yên li Helebê daxuyanî dan. Di daxuyaniya bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kanadayê û derdorên demokrat ên sosyalîst hatiye lidarxistin de êrişên çeteyan hatin şermezarkirin û berxwedana gel hate silavkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên li ser sivîlan ên li Helebê sûcê mirovahiyê ye. Çalakiya ku tê de danezaneke îngîlîzî jî hatiye xwendin de li dijî tiştên tên kirin banga hestiyariyê hat kirin. Di danezanê de hat diyarkirin ku divê êrişên li dijî sivîlan divê demildest werin rawestandin.
