Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan duh di daxuyaniyek têklidarî êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser taşên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê de dabû behsa nameyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şandibû kiribû. Fîdan diyar kiribû ku Ocalan nameyek ji HSDê re şandiye û îdîa kiribû Rêveberiya Xweser û HSD li dijî talîmata Ocalan li ber xwe didin. Li ser mijarê me xwe gihand çavkaniyek ji herêma Rêveberiya Xweser û pirsa nameya Ocalan kir.
Çavkaniyê pêbawer anî ziman ku nameya Hakan Fîdan behs dike gihiştiye destê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rayedar da zanîn ku an agahiya Fîdan ji naveroka nameye tune ye an jî bi awayek zanîn dixwaze rastiyan berovajî bike. Çavkanî daxuyand ku di nameya Ocalan de tu gotinek ku bê wateya talîmatek ji bo Rêveberiya Xweser tune ye û ev agahî da: “Bi tu awayî gotinek an li Heleb an jî li deverek din çek deynin, qadê vala bikin û rewşek wekî van tune ye.”
Li ser mijarê çavkanî diyar kir ku Ocalan ji destpêkê heta niha Sûriyek demokratîk a li ser esasê rêveberiya xweser diparêze û bal kişandin ser van xalan: “Ocalan di nameya dawiyê de jî pêşniyar dike ku li ser esasê xwerêvebirina gelan muzakere bên meşandin. Ji bo vê jî pêşniyar dike ku deriyên sînor hevpar bên rêvebirin, çavkaniyên aborî jî bên parvekirin. Her wiha Ocalan ji bo meşandina muzakereyên baş û erênî bê kirin jî pêşniyar dike ku her du alî bi awayekê berhemberî nûnertiyên xwe vekin.”
Çavkanî got ku Rêvberiya Xweser jî bi esasî li ser vê xetê ye û pêşniyarên Ocalan di cih de dibîne û bi bîr xist ku rêvebirina deriyên sînor, parvekirina çavkaniyên aborî û nûnertî vekirin ji xwe esasên bingehîn ên Sûriyeyek demokratîk a nenavendî ye û wiha domand: “Bi vê boneyê ne di nameya hat de û ne jî bi rêyek din fermanek an jî îmayek ku Hakan Fîdan îdîa dike, tune ye. Hefteyek berî niha li ser vê mijarê şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê û bi şandeya Hikûmeta Demkî re li ser van mijaran hevdîtin kir.”
Çavkanî anî ziman ku hêza esasî ya niha pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng dike, Tirkiye ye û got ku hemû hêzên bi mijara Sûriyeyê ve eleqedar vê yekê dizanin û ji helwesta Tirkiyeyê aciz in.
