10 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Divê kurd aştiya kurewî ava bikin

Abdullah Ocalan, bi înîsiyatîfek dîrokî rabû, banga “aştî û civaka demokartîk” kir. Ev bang tê wateya vegera hişmendiya Sokrates û gihîştina felsefeya serdama civakî û jinûveavakirina sosyolojiya ku dikare pirsgirêkên gelan çareser bike.

Li Tirkiyeyê siyaseta komployan veguheriye siyaseta şantajan. Her cure sosyolojiyê îflas kiriye. Bi gotineke din “kîtab-i umûmiye” petixiye! Sosyolojiya civakî, sosyolojiya siyasî, sosyolojiya bajarvanî, sosyolojiya îktîsadî û sosyolojiya zanistî îflas kiriye

Siyaseta “tîpîsî” bi pêş ketiye.

Gotina “tîpîsî”, car yekemîn ji aliyê zanyarê siyasî yê awusturalyayî John Kean ve hatiye bikaranîn. Ya rastî, John Kean ev gotin ji bo “medyaya bazirgan” bi kar aniye. Lê gotina “tîpîsî” hem li bejna siyaseta Tirkiyeyê tê, hem li bejna medyaya tirk tê. Ev jî tê wateya, her cure “sansasyonalîzm” heye; xavîtî, kelêtî, kirêtî û bêexlaqî zêde ye!

Tirkiye bi nav misilman e, lê her cure bêaxlaqî heye. Di misilmantiyê de her cure bêealqî sucê dojehî ye. Mixabin, li Tirkiyeyê ‘‘dar-ûl erd’’ heye, ev jî tê wateya her kiryar û her tişt mubah e. Vê jî “fiqih” têk birine, û “nirxên exlakî” tune kirine. Li şûna van nirxan “îdeolojiya populîst” û “dagirkeriya dewşirme” empoze dikin. Ev jî faşîzma kevir e!

“Dagirkeriya dewşirme” duh, qirkirina gelan dikir pratîkê; îro, yanî piştî sed û deh salan, bi dilê nerm û sefaleta ziman dagirkeriyê dike. Ev jî zor e. Ji ber ku kurd, piştî têkoşîna nîvsedsalî, bi ‘’wazên“ wan naxapin û sefaleta humanîstiyê jî baş naskirine. Balkêş e, li Enqereyê guhên dîwaran hene û bûye sedema ku şikestikên navbera desthilatdarên Îttîhat û Terakkiyê zêde bibin û li dij hev şer bikin.

Balkêşiya din jî ew ku, her du alî jî di şerê li dijî kurdan de li yek pîpikê dixin.
Aliyek hêdîka li pîpikê dixe, aliyê din bi şid lê dixe.

Em hinekî din vebikin; berxwedana nivsedsalî dagirkeriya klasîk têk bir.  Sîstema Îttîhat û Terakkî, yanî sîstema înkar û tunekirinê berteref kir. Wek me li jor rêz kir, her cure sosyolojî petixî. Nema dikarin sefaletek nû li ser kurdan ferz bikin. Kurdan ev rê li ber wan girtiye û nikarin bi reçeteyên derewîn kurdan bixapînin.

Êdî kurd, ji bo bîrînên xwe yên civakî, ew bixwe reçeteyên xwe dinivîsin. Gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd jî bi guman nêzîkî pêvejioya çarserî û civaka demokratîk dibin. Ev helwestek lawaz e û nefêhmkirina rewşa îro ya cîhanê ye.

Divê were zanîn ku gelê kurd, gihaye asta ku bi hişmendiyek kolektîf tevbigere, vegotinên “îrrasyonal” red bike û “bûyerên trajîkomîk” qebûl neke… Di jiyana rojane de jî, li kolanan gel, li mizgeftan û li meclisa Enqereyê jî li dijî despotîzmê, bi dirûşm û hişmendiya “azadiya hukumranî û ekonomîk”  têdikoşin. Ev jî tê wateya têkbirina hêza dîroka mekanîk û jinûveavakirina sosyolojiya civakî û vegera li dîroka gelan a nû. Ji ber vê çendê, dewleta Enqereyê mecbûr bû, bang dexaleta hawarî li Rêber Abdullah Ocalan bike.

Di heman demê de, tê wateya ku sergo-qirêjiya mîratzedeyên Îtîthat û Terakkiyê ya sed û deh salan paqij dike. Dema ku Rêber Apo, behsa biratiya gelê kurd û tirk jî dike, dixwaze, mêjiyê  ku bi normên dîroka çekirî û nijadperestiya “înkarê” tevlihev bûye paqij û zelal bike. Dixwaze tirs û derewên bi bangên “kakafonî” ku gelan dixapînin, bi gef û şantajan ditirsînin, ji holê rabike. Apo, vekirî, ji roja destpêkê û heta îro dibêje; şer, kuştin, dagirkerî, yekperestî, nijadperestî û înkar ne kilîda bihuştê, lê vekirina dergehên dojehê ye.

Apo, destnîşan dike ku têkbirin û tunekirina gelê kurd, gelên din nebûye azadiya gelê tirk, bûye bihuşta tekelîstana serdest û bazirganiya kapîtalîstan…

Krîz û sefaleta li Tirkiyeyê jî mînaka vê rastiyê ye. Di vê pêvejoyê de, xespkarên bi haydûdiya Îtîhat û Terakkiyê hereket dikin, rabûne ser piyan, bi hêrs û kompleksa “Neron” dest bi dijberiyê kirine. Bangên ji bo despêkirina “terora dewletê” dikin. Bi gotina Jean Paul Sartre, “ev îdeolojiya kevir e; hem dikuje, hem ji bo koletiyê zêdebûnê dixwaze.”

Mîratzedeyê Îttîhat û Terakkî, bi taybetî, di kesayeta serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Derwîşoglu û serokê Zafer Partîsî UmÎt Ozdag de derdikevine pêş. Parlamenterê ku ji ÎYÎ Partiyê îstîfa kir û tev li CHPê bû, yanî Umît Dîkbayir jî, bi îdeolojiya “faşîzma kevir”  hemû parlamenterên DEM Partiyê terorîst îlan kirin.

Ev exlakê “konformîzm”ê ye, bi gotina J. P Sartre, ‘’provakatoriya bi zora geometrîk” e. Umît Dîkbayir jî,  bi vê rol û misyonê hatiye erkdarkirin. Bi şêwra faşîstên dagirker, ji ÎYÎ Partiyê îstifa kir û tev li CHPê  bû. Çawa tev li CHPê bû, tevahiya parlamenterên DEM Partiyê weke terorîst bi nav kirin. Ev sûc e û diviyabû, dozgeriya komarê, ji bo parastina wî were rakirin felzekeyekê amade bikira û ji serokatiya meclisê re bişanda. Divê ev çepel-kotî li dadgehê hesab bide. Mixabin heta îro gavek nehatiya avêtin, xuya ye ku nayê avêtin jî.

Ev siyaseta “tîpîsî” ye!

Bi xetên stûr û reş dibêjim; armanc  ew e ku CHPê, ji xeta çareseriya pirsgirêka kurdî dûr bikin û tev li xeta ÎYÎ Partî û Zafer Partisiyê bikin. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan jî, ew bi gotina “kotî” bi nav kir.

Kotî, tê wateya “çepeli”yê, yanî qudûs. Dema ku “çepelekî” êrişî parlamenterên DEM Partiyê kir; Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û serokê MÎTa tirk Îbrahim Kalin çûn Şamê. Medyaya tirk ya “tîpîsî” ev serdan weke “fotmata 3+3’’ bi nav kirin.

Amanca fotmata 3+3 ew bû ku bi navê entegrasyonê, kurdan bêçek bikin. Yanî bi kevirekî di çûkan bikujin; yek, ev ekîb li dijî çareseriya “aştî û civaka demokratîk’’ e û dirûşma ‘’bêçekkirina rêxistina terorê PKK û sedsala komara Tirkiyeyê” xurt dike. Li Rojava jî dixwazin hêza kurdan, sîstema “kûrewî” ku derketiye holê tune bikin.

Di dema wê serdanê de, komên paramîlîter ên Şamê  jî, bi tank û topan êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin. Ev êriş gefxwarina faşîzma Evqereyê bû!…

Tirkiyeya ku ola îlslamê dike maske, li Lîbya, Misir, Iraq û Suriyeyê  gelên misilman kuştin; îro jî  car din li Suriyeyê misilmanan dikuje… Mixabin rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên Tirkiyeyê jî, vê helwesta bi hişmendiya “oryantalîst” nêzîk dibin, bi “hestên kor”, “birîn û kûnêra xebîs” hereket dikin. Tenê kêmasiya “rîtûelên cuda” û “heciyên dewlemend” derdixin pêş.

Heta îro, yek nivîskarê ku xwe weke aqilê misilmanan nîşan dide, li dijî êrişên romê  û çeteyên paramîlîter ên li dijî gor û goristanên kurdan, reaksiyon nîşan nedaye. Lê ew baş dizanin ku cenabê Muhammed, li pêşberî cenaze û goristanên cihûwan bi rêz  hereket dikir.

Şer, tenê bi çekan çênabe; şerê gotinê jî heye… Agirbest û avakirina civaka demokratîk jî şer e! Divê em  dewleta Enqereyê ya xespkar û înkarê mecbûr bikin, hem siyaseta “tîpîsî” û faşîzma kevir berteref bikin, hem siyasetmedarên kotî-çepel mehkûm bikin û aştiyeke kûrewî ava bikin.