Berdevkê Fermandariya Giştî ya HSDê Ferhad Şamî derbarê nûçeyên derewîn ku dibêjin li Helebê agirbest hatiye îlankirin li ser hesaba Xê daxuyaniyek parve kir.
Daxuyaniya Ferhad Şamî wiha ye: “Hêzên me piştrast dikin ku li Helebê agirbest nehatiye îlankirin û nêçeyên bi vî awayî tên parvekirin derewan dikin. Her wiha komên çete dixwazin bi nûçeyên derewîn sûcê ku kirine veşêrin û rewşê manîpule bikin.
Berovajî nûçeyên agirbestê komên girêdayî Şamê êrîşên girantir dikin û li gor rewşa xuya dike dê êrîşan berfirehtir bikin. Heya niha hemû êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê gelê her du taxan ve bi awayekî serkeftî hatine têkbirin.
Hêza ku êrîşan dike li hember encamên giran ên van êrîşan bê cena namînin û ev hêzên êrîşkar berpirsyarê hemû encamên êrîşan e.”
