12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Helebê 7 kes mirin 46 kes birîndar bûn

Hikûmeta veguhêz a Şamê û komên çete yên ji bo pereyan şer dikin ên dewleta tirk êrişên xwe yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dewam dikin. Li gorî bîlançoya nû 7 kes şehîd bûn, 46 jî birîndar bûn.

Ji 6ê çileyê ve komên çete yên dewleta tirk ên di nava hêzên hikûmeta demkî de bi guleyên hawan û obîsan û tankan êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdî yên Helebê dikin, bi wê re qurbanî çêbûn û tirs kete nava şêniyan.

Komên çete yên ku êrişî Helebê dikin ev in: Firqet Hemzat, Firqet Emşat, Firqet Sultan Murad û koma Nûredîn Zengî.

Ev kom fermanên xwe rasterast ji dewleta tirk werdigirin û bi hevkariyeke leşkerî ya zelal a bi armanca têkbirina aramiya li taxên dorpêçkirî tev digerin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar kir ku di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin, hewla keta çeteyan a taxa Şêxmeqsûdê têk birin, piştî derbên giran ew neçar kirin ku birevin.

Li gorî ajansa ANHAyê, 7 kes şehîd bûne û zêdetirî 40 kes di nav de hejmarek zarok birîndar bûne.

Navên birîndaran: Îvan Ebdo (2), Gulistan Mihemed (41), Şerfî Seydo (52), Mihemed Hebîb (82), Eslan Bekir (18), Elî Eslan Muslim Bîlal (17), Şervan Ebdo Mamo (17), Hesen Mihemed Îd Qortan (30), Mihemed Şêx Kêlo (70), Remzî Kêlo (18), Mihemed Hisên Bekir (23), Xedîce Elûş (47), Şêro Mihemed Hisên (44), Mihemed Nûr Şobek (26), Mihemed Îbiş (21), Hemîd Hebeş (74), Îbrahîm Mihemed Reşîd (34), Hêvîn Omer (29), Dîme El Hisên (85), Mistefa Ebdulhemîd Hesen (38), Erselan Elo (75), Rifet Mihemed Elo (64), Mesûd Elî Gergor (18), Ebdulezîz Dawûd (24), Receb Ebdulfetah (13), Nûr Xelîl (29), Corc Xewam (42), Nûr Cemal Hisên (34), Cîhad Salih Nasir (15), Dilbirîn Hemdoş (45), Mihemed Zekeriya Mardilî, Orhan Simo, Mihemed Salih El Meleh (75), Ebdullah Mihemed Salih El Meleh (26), Ehmed Bedredîn Zêdan (15), Reşal Roto (38), Keçka Ehmed Bedredîn (6), Kurê Ehmed Bedredîn Zêdan (7), Ebdullah Hesen Mihemed (8), Mizgîn Elî (30), Hela Hemze (30), Wîam Hemze (6), Rehef Hemze (6).

Navên şehîdan wiha ne: Şam Dilo (3), Fatme Hemade (41), Masûd Fayid Ebdo (30), Xorşîd Omer (13) Hesen Mihemed Hesen (42), Jinek nasnameya wê ne diyar e.

Di bersivdana êrişan de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb Sebrî Mihemed Ebdulqadir şehîd bûn û 6 endam jî birîndar bûn.

Di encama êrişan de, zirarên mezin bi malên welatiyan, cihên olî, saziyên xizmetguzariyê bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar dikin ku ew di çarçoveya mafê rewa ya parastina welatiyan û taxên Helebê de bersiva êrişan bidin.

Komên çete rasterast êrişî taxên Helebê dikin, jiyana welatiyan dixin xeteriyê. Ev gefa pêkanîna karesatek mirovî dixwe.

Ji bo şermezarkirina êrişan girseya gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin qadan û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Helebê nîşan da. Wê îro bi heman mijarê xwepêşandan lidar bikevin.