Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya partiyê civiya.
Hat zanîn ku dê di civînê de mijarên, merhaleya ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” gihîştiyê, xebatên Komîsyona Meclîsê û çerçoveya qanûnan, geşedanên li rojhilatê Kurdistanê-Îran û rojavayê Kurdistanê-Sûriyeyê û pêşketinên li Rojhilata Navîn, xebatên DEM Partiyên yên rêxistinkirinê bên nirxandin û nîqaşkirin.
