Endamê Meclisa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) Helgurt Rojhilatî li ser xwepêşandan û çalakiyên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ku ji 28ê kanûna 2025an ve dewam dike ji Rojnewsê re axivî.
Endamê Meclisa PJAKê Helgurt Rojhilatî ji bo serhildana li rojhilatê Kurdistan û Îranê ev tişt anî ziman: “Di serî de sersaxiyê li malbatên ku zarokên xwe di Şoraşa Azadiya Îranê de şehîd dane dikim. Bi hêviya ku xwîna wan şehîdan vala neçin. Rewşa ku îro li Îranê rû dayî ne tişteke nû ye. Encama zilm û zordariya 40 salên hikûmeta heyî ye. Mirov ji bo bijîn rû bi rûyê astengiyên mezin tên. Jiyana xelkê pir zehmet bûye. Şoreşa îro li Îranê serî hildaye berdewama Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ye.”
Helgurt Rojhilatî di axaftina xwe de da zanîn ku ev qonaxa duyemîn a şoreşê ye û wiha got: “Destpêkê li Îran û rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya jinan serî hilda. Ev jî qonaxa duyemîne ji bo jinan. Ji bo jiyaneke azad xelk rabûye ser pêyan. Mirovên daketina kuçe û kolanan ji bo bijîn daketine qadan û daxwaza jiyaneke bi rûmet dikin. Ev serhildana berdewamkirina jiyînê ye.”
‘Gelê Îranê ne li benda tu hêzeke derva ye’
Têkildarî bicihanîna daxwazên gelê Îranê ya ji aliyê rejîma Îranê ve jî Helgurt Rojhilatî wiha axivî: “Di rastiyê de Komara Îslamî ya Îranê dixwaze gel aloziyên heyî nebine. Ji bo wê her gava hewl dide xwe jê xilas bike, zêdetir nav diçe. Divê desthilata Îranê baş guhê xwe bide daxwazên gelê Îranê. Gelê Îranê di şerê 12 rojan de piştrast kir ku ne li gel ti destwerdaneke derve ye û gelê Îranê jî vê yekê qebûl nake.
Eger gelên Îranê bixwestiba di şerê 12 rojan de bi destpêkirina êrişa derve re dikarî Komara Îslamê bixistibana rewşeke pir tengav û careke din nikarîbûna pişta xwe rast bikira. Gelên Îranê helwesta xwe nîşan da ku ne alîgirê ti hêzeke derve ye. Diviyabû Komara Îslamê ji vê yekê baş fam kiribûna. Niha daxwazên gelên Îranê daxwaziya jiyînê ye. Ji bo peydakirina nanê rojane pir zehmetiyan dikişinin. Ev yek jî pirsgirêka navxwe ya Îranê ye. Divê desthilatdariya Îranê baş ji vê fam bike.”
Helgurt Rojhilatî got ku desthilata Îranê şûna guh bide daxwazên gelên Îranê bi êrişan dixwazin ciwanan û gelên Îranê biçewistîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi zext û zilmê ti pirsgirêk li Îranê çareser nabe. Kuştina welatiyan nerazîbûnê zêdetir dike. Niha pirsgirêka li Îranê tenê ya neteweya Îran, yan jî pêkhateyên civakî yên Îranê nîn e. Ew pirsgirêka gelan ya Îranê ye. Pirsgirêka hemû kesê ye. Pirsgirêka kolanê ye, li şûna çewisandin, kuştin, divê rêyek bê peydakirin. Çareserî jî tenê ewe ku Komara Îslamî ya Îranê vê pirsgirêkê di nava xwe de çareser bike. Ti hêzek ji derve ne ji vê ne berpirse.”
Helgurt Rojhilatî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tim Îranê dixwest çareseriya vê yekê weke hêzeke derve nîşan bide. Gel êdî tehemûla Komara Îslamî ya Îranê nake. Li rêyekê digere ku vê yekê derbas bike. Gel dixwaze bijî. Gel azadî dixwaze. Gelên Îranê ji bo jiyaneke azad tim li qadane. Ev mafê esasî yê her mirovekê ye. Jiyaneke bi rûmet mafê her mirovekê ye. Daxwaza gelên Îranê ev e. Divê desthilat û rêveberên Îranê vê baş fêm bike.”
Li ser plan û projeya PJAKê jî Helgurt Rojhilatî ev anî ziman: “Em PJAK piştgiriya her daxwazeke mafê rewa ya gelan dikin. Tim piştgirê daxwaziyên gelan in. Ji bo çareseriyê em li vir in. Em bi hemû aliyên siyasî û partiyên kurdî dîsa aliyên din yên Îranê re di nava danûstandinê de ne ji bo vê rewşa derketî. Dixwazin li hemberî vê rewşê hemû xwedî helwest bin. Her çiqasî helwestên me yekgirtî bin, dikarîn bandorê li ser vê rewşê bikîn. Bi hêviya ku her aliyek yan jî saxiyek nekeve berjewendiyên xwe, berjewendiyên gel nebin qurbanê berjewendiyên partiyên siyasî û saziyan. Em dixwazin ev rewş weke rewşeke ne asayî bê dîtin û helwesteke yekparçeyî be.”
