12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

KCK: Tevli çalakiyên ronîkirina komkujiyan bibin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê ji ber salvegera komkujiyên Parîsê daxuyaniyek da, şehîdên Parîsê bi bîr anî û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya bêcezahiştinê da.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya salvegera komkujiya Parîsê Sakîne Sansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer Abdurrahman Kizil û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar yên ku li Silopya bûn hedef, daxuyaniyek weşand û got: “Di 9ê Çileya 2013an de li Parîsê sê jinên şoreşger ên kurd hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi sûîqestê hatin kuştin. Em vê komkujiya nemerdane careke din bi tundî şermezar dikin û hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Bi heman rengî di 23yê kanûna 2023yan de li Parîsê hevalên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil, di 3yê çileya 2016an de li Silopiyayê hevalên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar şehîd hatin xistin, em wan hevalan hemûyan bi bîr tînin. Di şexsê van şehîdên hêja de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Komkujiya Parîsê ji aliyê hêzên mêtinger qirker ve hat plankirin û pêkanîn ku naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe. Dema pêkhatina êrişê vê rastiyê bi şênberî radixe pêş çavan. Di sala 2013an de heman piştî destpêkirina diyaloga bi Rêber Apo re ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, pêkhatina êrişeke bi vî rengî li Parîsê bû êrişeke sabotajê ya li hemberî pêvajoyê. Kuştina hevrê Sara di heman demê de êrişeke tolhildanê li hemberî avabûna PKKê û xeta azadiya jinan bû. Rêber Apo kuştina hevrê Sara weke terteleya Dersimê ya Duyemîn dît û diyar kir ku têkoşîna hevala Sara wê di têkoşîna azadiyê ya gel û jinên kurd de dewam bike.

Komkujiya li Parîsê yekser ji aliyê rêxistina îstîxbarata dewletê ve hat plankirin û pêkanîn. Bû bicihanîna stratejiya tasfiyekirinê ku hewl dide têkoşîna azadiyê ya gelê kurd li her devera nefesê digire, bifetisîne. Komkujiya Parîsê ji aliyê dewleta tirk ve bi bikaranîna derfet û têkiliyên li Ewropayê hat pêkanîn.

Dema ku mirov bala xwe bidin ser helwesta Fransayê ya piştî komkujiyê, wê bê fêhmkirin ku dewleta Fransayê ev komkujî jinedîtî ve hatiye. Ji ber vê yekê Fransa destnîşan nake ku ev komkujî ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin.

Komkujiya Parîsê di heman demê de êrişeke mezin a li dijî têkoşîna azadiyê ya jinên kurd e. Hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinan bûn. Hevala Sara hem ji ber rola xwe ya pêşengiyê ya damezrandina partiya me hem jî têkoşîna azadiyê ya jinan, bû hedefa mêtingeriya qirker. Aşkere ye ku êrişek li ser wê rastiyê ye ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd mezin dike û vê têkoşînê qewîn dike. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiyê ya jinê her ku bi pêş ket êriş jî her roj zêde bûn, têkoşîna azadiyê ya jinê bû hedefa sereke ya şerê taybet.

Li gel ku 13 sal di ser Komkujiya Parîsê re derbas bûne dewleta Fransayê ji bo ronîkirina hemû aliyên komkujiyê gavek neavêtiye. Fransa ku ji aliyê hiqûq û demokrasiyê ve xwe weke welatekî mînak nîşan dide, di komkujiya Parîsê de ev nirxên xwe danî aliyekî. Di darizandinên Dreyfusê de hat destnîşankirin ku aşkerekirina rastiyê di hiqûqa Fransayê de veguheriye çandekê, lê belê ev tespît di komkujiya Parîsê de bêwate bû. Bi kurtasî Fransayê hiqûqa xwe jî hiqûqa gerdûnî jî binpê kir, ew kir qurbanê berjewendiyên siyasî. Ji ber têkiliyên siyasî û aborî yên bi Tirkiyeyê re bi rengekî aşkere nekarî bibêje ku komkujiya Parîsê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin. Ev helwesta Fransayê di nava gelê kurd de bûye cihê bêbaweriyê.

Gelê kurd ji bo ronîkirina vê komkujiyê li gel hêzên demokrasiyê yên Fransayê, 13 sal in têdikoşe. Ev têkoşîn zû yan jî dereng wê encamê bi xwe re bîne û vê komkujiyê bi her awayî ronî bike. Îsal jî gelê me li gel dostên xwe di salvegera komkujiyan de ji bo nîşandana nerazîbûna xwe çalakiyan lidar dixe. Em bang li gel û dostên xwe dikin ku bi xurtî û girseyî beşdarî çalakiyan bibin û têkoşîna ji bo ronîkirina van komkujiyan mezin bikin.”