7 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê jinek hate kuştin

Bi sedan parêzerên li Îranê wezîfeyê dikin, li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal daxuyanî dan û diyar kirin ku ew bi çalakgeran re ne.

Li Îranê çalakiyên ku têkildarî krîza aboriyê meha kanûna 2025an destpê kirin, berfireh dibin. Çalakiyên ku ji aliyê dikandaran ve hate destpêkirin, destpêkê xwendekarên zanîngehan piştre jî ji girseyên gel piştgirî wergirt. Ji ber destwerdana hêzên dewleta Îranê gelek kes mirin, gelek kes jî ji aliyê hêzên rejîmê ve ya hatin revandin yan jî girtin.

Piştgiriyeke din ji bo çalakgeran ji parêzerên li Îranê hat. Bi sedan parêzerên ji nêrînên cuda yên siyasî li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal daxuyanî dan.

Hin parêzeran yekser daxuyanî dan, hinekan jî daxuyaniyên hempîşeyên xwe dubare kirin û ragihandin ku ew bi çalakgeran re ne. Di parvekirinên hevpar ên parêzeran de ev xal hate destnîşankirin:

*Êşa mirovên li kolanan êşa min e û weke parêzerekî ez bi wan mirovan re me ku li dijî tundiyê ne. Bi gavekê ji wan ne kêm im.

* Weke parêzeran wezîfe û berpirsyariya me ye ku bi gel re bin û mafên mirovan ên çalakiyên şermezarkirinê lidar dixin, biparêzin.

Jinek hat kuştin 