7 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Ji TJAyê banga tevlîbûna mîtîngê

TJAyê derbarê mîtînga mezin a jinan a ku dê li Enqereyê were lidarxistin de daxuyaniyek weşand û hemû jin vexwend ji bo mîtîngê.

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê mîtînga jinan a ku dê di 10ê çileyê de li Meydana Tandogan a Enqereyê were lidarxistin de peyamek parve kir û bang li hemû jinan kir ku beşdar bibin.

Peyama TJAyê wiha ye: “Em dest ji maf, jiyan û azadiya xwe bernadin. Em bi hêrs, serhildan û hevgirtina xwe ya li dijî newekhevî û neheqiyê dengê xwe bilind dikin. Ji bo wekhevî, ji bo edaletê, ji bo azadiyê; ji bo ku em niha bibêjin aştî, em li dijî kuştina jinan, xizaniya jinan û newekheviya zayendî bi hev re radiwestin.

Em li dijî şîdeta li ser jinan bêdeng namînin. Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Divê qanûna bi hejmara 6284, ku ewlehiya jinan garantî dike, bi bandor were bicîhanîn. Em bang li hemî jinan dikin, bi hemî cudahîyên xwe, ku li dijî şîdet, bêcezatî û kuştina jinan mil bi mil bisekinin.

Em di 10ê çileyê de li Enqereyê, li Qada Tandogan, ji bo mîtînga mezin a jinan a Enqereyê dicivin. Em dest ji hêvî û têkoşînê bernadin. Bijî hevgirtina jinan, Jin Jiyan Azadî.”