Li Tirkiyê bi salan e ji bo çareseriya pirsa kurd pêvajo tê rojevê. Herî dawî jî ji 27ê Sibata 2025 ve bi banga Rêber Apo lêgereke nû ya çareseriyê bi navê Aştî û Civaka Demokratîk di rojevê de ye. Lê ev lêgera nû mirov her çend navê nû lê bike jî daxwaz û hewleke bi dehê salan e. Di vê sala nû de jî pêvajo xuya ye ku êdî gihîştiye dûryaneke krîtîk. Ji ber ku aliyê kurd gavên ku kesî pêşbînî jî nedikir avêtin; qanûnsazî û hiqûq bi wan re amadekirina mutabaqateke demokratîk a civakî îcar weke erkek maye li pêş meclisa Tirkiyê. Komîsyon êdî divê rapora xwe ya ku di encama guhdarkirinên xwe weke perspektîfeke pêşkêşî meclisê bike. Aktorên siyasî jî li qadê bi girtina pozîsyonên xwe wê rêveçûna salê destnîşan bikin. Ji hemûyan jî muhîmtir civakîbûna pêvajoyê wê çarenûsê destnîşan bike.
Heke mirov ji bo sala 2026an ji niha ve bêje sala fînalê wê şaş nebe. Çima? Ji ber ku hem li herêmê hem li cîhanê pêşketinên diqewimin rê nade ku pêvajo ji demê re bêhiştin. Heke daxwaz û niyeta çareseriyê hebe wê ji despêka salê ve bi mesaî û xebateke samîmî û cidî qanûnên azadiyê bên çêkirin û kurd daxilî pergala hiqûqê bên kirin. Çavlirê ye di nîvê meha çileyê de rapor biçe civata giştî ya meclisê. Li bin banê meclisê bi çêkirina qanûneke mustakîl a ji bo pêvajoyê wê zemîneke sazûmanî ya pêvajoyê jî bê amadekirin. Ev aliyên teknîkî yên pêvajoyê ne.
Ji aliyên teknîkî yên pêvajoyê zêdetir aheng û hevsengiya navbera îradeyên siyasî de muhîm e. Çima ev giring e? Ji ber ku dema mirov li raporên partiyan mêze dike, AKP, MHP û CHP neketine sûreta meselê. AKP pêvajoyê bi çekberdanê û tespîtkirina wê ve girêdaye. MHP bi heman şiklî tevgeriyaye. CHP ji rapora xwe ya 30 sal berê paşdetir çûye, ne behsa mafê kurdan kiriye ne jî ji bo çareseriyê pêşniyazeke berbiçav kiriye. Di raporên van partiyan de em dîsa ezberên berê yên dewletê dibînin. Ev ezber jî polîtîkayên eskerî ne, ku bi dehê salan ji xeynî êş û azaran ti tiştek neda vî welatî. Li aliyê din di raporên wan de li şûna tahkîmkirina aştiya navxweyî, binvebinve telkîn û zexta teslîmbûnê li kurdên Rojava tê kirin ku ev nayê qebûlkirin.
Helbukî Rêber Apo hem bi banga 27ê Sibatê hem bi perspektîfa pêşkêşî kongra PKKê kirî hem jî di peyama xwe ya sersalê de îşaret bi xeterayan û derfetan kiriye. Peyama wî hem ji bo gelê kurd û gelan hem jî ji bo îqtîdara li Enqerê û Şamê bû. Îcar heke bi samîmî dewlet xwe nedin ber pêşniyazên Rêber Apo yên ji bo çareseriyê wê ev pêvajo jî wisa hema ji xweber nemeşe û heke nemeşe jî wê giloka agir herkesî bikurtîne. Herçî kîjan hêz xwe tehkîm kir, xwe xurt kir wê bi ser keve. Di nava salê de wê DEM Partî jî kongra xwe ya mezin çêke. Bi kongrê re DEM Partî wê xwe nû û xurt bike û ji bo siyaseta demokratîk amade bike.
Di encamê de, sala 2026an li Tirkiyeyê wekî saleke krîtîk xuya dike. Nîşan dide ka nîqaşên li ser aştî û demokratîkbûnê wê encamên berbiçav bidin an na. Pêvajo ji aliyekî ve ji hêla rêxistin, daxwaz û vîzyona paşerojê ya civaka kurd û ji aliyê din ve jî ji hêla vîzyona hêza siyasî ya Tirkiyê ve wê teşe bigire. Dema ku bandora potansiyel a pêşketinên herêmî, nemaze hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn mirov li ber çavan bigire, bi îhtîmaleke mezin sala 2026an wê ji bo pêvajoyê pir bi dijwarî derbas bibe.
