Berfa zêde ya ku ev 5 roj in bandorê li Colemêrgê û navçeyên wê dike, bê navber didome. Li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê, ji ber giraniya berfê banê benzînxaneyekê hilweşiya û di encamê de 8 kes birîndar bûn. Hate zanîn ku birîndar bi ambûlansan rakirine Nexweşnaxeya Dewletê ya Rûbarokê û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her wiha li navçeyê çatiyên gelek malan jî ji ber berfê hilweşiya ye û xesar gihiştiye malê welatiyan.
Li navçeya Geverê jî çatiyên 3 sehayên futbolê hilweşiyan e.
Her wiha li gelek deverên Colêmêrgê ji ber berfê rê hatine girtin û aşût tên xwarê. Walitiya Colemêrgê jî ji bo dibistan û saziyên fermî ji bo rojekê biryara betlaneyê da.
