2 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Kujer kî ye?

Peyva jinê her çiqas peyvek e ku zayendê diyar dike jî li gorî civak û kesan cuda cuda tê şîrovekirin. Hinek kes wê bi peyvên erênî, wek afirîner û xweşik, xwedî wijdan, edalet û exlaqê baş, aştîxwaz û li gel xwezayîbûnê pênase dikin. Beşek girîng û mezin a civakê jî hemû taybetmendiyên paşverû yên ku heqeretê li jinan dikin, bi wê ve girêdidin.

Di van demên dawî de gelek nîqaş, şîrove û nirxandin li ser gotina kujerê kastîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye rojevê, tên kirin.

Kujer/qatîl kî ye, yan jî kujerî çi ye, çawa cihê xwe wisa zexm û xurt kiriye, ji nû ve tê pênasekirin. Di  dîrokê de bi zanebûn kuştina kesan çawa dest pê kiriye? Gelo wisa ji nişka ve yan jî bi demê re derketiye holê?

Çi em ji perspektîfeke olî ve, çi jî ji perspektîfeke zanistî li mijarê binêrin, bêguman aşkere ye ku pir kûrtir e. Ev mesele ne tenê kuştina mirovan e, di heman demê de hişê kuştin, wêrankirin, talankirin tunehesibandin, desteserkirin, înkarkirin, binpêkirin, bi giştî hemû cureyên serdestiyê ye. Êdî bûye pergaleke desthilatdariyê. Ev pergal jî bi hemû nîşaneyên ku em di jiyana xwe de dibinin û dijîn, diyar dikin ku hêdî hêdî gerstêrka me ber bi tunekirinê ve dibe. Ev tiştên ku me rêz kirin, hemû êriş û kiryarên xirab ên li dijî jiyana mirovahiyê û cîhanê ne. Bi kurtasî gava ku em li kujerê kastîk bigerin divê kiryarên meran binêrin. Ji hêla olî ve cara ewil kuştina mirovekî bi destê kesekî herî nêz ve pêk hatiye. Qabîl, kurê Adem û Hewayê, birayê xwe Habîl ji ber çavnebariyê kuşt. Ev hesûdî û kujerî ji wê demê heta niha berdewam e. Hêrs û hesûdiya meran a li hember jinan jî jiyana mirovahiyê xera kir.

Bi gelemperî tê qebûlkirin ku jiyana li ser erdê beriya 3,5 milyar sal berê ye. Li gorî agahiyên ku ji kolandin û lêkolînên arkeolojîk hatine bidestxistin jî, îro dîroka mirovahiyê diçe heta 200-300 hezar sal berê.

Li gorî daneyan, di destpêkê de jiyan wekhev û aram bû. Ev jî bi destê jinan hatibû avakirin û parastin. Paşê ev jiyan gav bi gav guherî û niha em dibînin ku di her warî de jiyan tê tehdîtkirin. Ger tedbîr neyên wergirtin, encam pir xeternak xuya dibe û ber bi qonaxeke nebaş ve diçe.

Jinên ku nebat û ajal kedî dikirin, xwarin û vexwarin û amûr û alavên pêwîst peyda dikirin, jiyaneke rehet û xweş afirandibûn. Vê jiyanê bi hezaran salan wisa dewam kir û ‘Pergala Xwedawendan’ava bû. Civak ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin. Ev yek jî bû sedema çavnebariya mêran.

Di wê pêvajoyê de, mêr jî li cihê xwe wisa destevala nedisekinîn. Raman û kirinên wan ne ji bo xêra civakê bûn. Bi danîna dafikan zirar dan xwezayê, bi rêya nêçîrê fêrî kuştina ajalan bûn û pê re jî ya mirovan. Bi demê re ji bo xwe jiyaneke serdest ava kirin.

Zilamê ku ji pergala xwedawendiyê aciz bû, çav berda hemû berhem û destkeftiyên jinan û ew bi tevahî xist bin kontrola xwe. Wî, di kesayeta jinê de, bi zordarî û kuştina jinan, tundûtûjî, koletî li seranserê civakê belav kirin. Pergala serdestiyê ya ku ev herî kêm şeş hezar sal in li nav civakê misoger bû, ev du sed sal in jî ji aliyê netewe-dewletan ve li ser civakê bi awayekî dijwar didome. Li  mal, dibistan, kargeh û di her asteke civakê de em pê re rûbirû dimînin.

Bi rastî jî me dîroka tunehesibandina ked û hebûna jinan û pergala serdestiyê wisa dizanibû. Lê gelo bi rastî vê pergalê kengî dest pê kir?

Dîsa lêkolînên arkeolojîk zanînên me yên der barê koletî û bibdestiya jin û civakê ku me heta niha dizanibû, serûbin kirin. Dîroknas, arkeolog, antropolog û hemû şaxên zanistê yên ku bi mirovahiyê re eleqedar in, dibêjin ku dîroka koletiyê  û sîstemên serdestiyê herî kêm 30 hezar sal berê dest pê kiriye. Di her serdemê de jî şiklê xwe guhertiye û hatiye roja me ya îroyîn.

Ji ber ku di cewherê vê pergala kujertiyê de hişekî kuştina mirov û ajalan, wêrankirina cih û waran, talankirina xwezayê, tunehesibandin û qirkirina hemû giyanberan, desteserkirina hemû destkeftiyan,  înkarkirina nasnameyan, binpêkirina maf û azadiyan heye, îro rewş wisa giran bûye.

Roj nîn e ku em kuştinên kesan bi taybetî jî yên jinan nebihîzin. Kuştina jinan ewqas zêde bûye ku veguheriye asta jenosîda zayendî. Çima?

Divê em bi kurtasî li ser peyva ‘jin’ê bisekinin. Peyva jinê her çiqas peyvek e ku zayendê diyar dike jî li gorî civak û kesan cuda cuda tê şîrovekirin. Hinek kes wê bi peyvên erênî, wek afirîner û xweşik, xwedî wijdan, edalet û exlaqê baş, aştîxwaz û li gel xwezayîbûnê pênase dikin. Beşek girîng û mezin a civakê jî hemû taybetmendiyên paşverû yên ku heqeretê li jinan dikin, bi wê ve girêdidin. Bo nimûne; ew di bin desthilatdariya zayenda dijber (mêr) de kesayeteke qels e, bêhêz û bêîrade ye. Kesa ku keda wê bi hêsanî tê îstîsmarkirin; kole û karkera nava malê ye. Wek makîneya ku her tim zaroka bîne dinyayê û ji her tiştî wêdetir jî namûsa malbat û mêr e. Dibe ku van hemûyan têrî  nekiribin, di dîrokê de wek sembola xerabiyê; sêrbaz hatiye binavkirin û paşê jî hatiye şewitandin. Bi vî awayî çi baş çi nebaş, jin her gav li navenda jiyanê cihê xwe girtiye.

Dema ku em li ser van têgînan yekbiyek bisekinin, mirov neçar e ku qala hebûneke mezin bike. Jin, ku hem ji hêla jêhatîbûn hem jî ji hêla hejmarê ve nîvê, yan jî belkî ji nîvî zêdetir nifûsê pêk tînin, hê jî di bin zextê de ne û komkujiyeke mezin li ser zayenda wan pêk tê.

Li ser vê şîroveyê divê em pirseke din bipirsin. Bi ewqas hejmareke mezin ji bo çi jin nikarin li hember vê zilmê bi ser bikevin? Ji ber ku di rastiyê de ne tenê jin tên kuştin, pê re hemû civak jî tê kuştin û zirarê dibîne. Ev pergala desthilatdariyê wisa hatiye honandin ku hevsengiya civak û jiyanê têk çûye û kes newêre dengê xwe bike. Ji bo berjewendiyên xwe bi mêjiyekî qirêj û kujer ‘pergala kastîk’  ava kiriye. Hemû mirovahî bi kodên nebaş ên vê pergalê ku bi hezaran sal in li nav civakê bi cih bûne, perwerde bûn. Xwerizgarkirina ji van kodan ge lekî zehmet e û demê dixwaze. Lê jin çawa di her serdemê de bi  kodên xwe yên xwedawendiyê tevgeriyane, dîsa ji bo rizgariya tevahî civakê bar dikeve ser milê wan ku pêşengiya civakê bikin. Li vir peywira veguherîna mêjiyê meran jî ya jinan e. Ji ber ku mesele ya tevahiya mirovahiyê ye, jin tenê nikarin vî barî bigirin ser milê xwe, mêr jî mecbûr in bi wan re bikaribin têbikoşin. Wê demê dê  jiyaneke hevbeş, hevpar û azad bê afirandin…

Naveroka berê