1 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Swîsreyê şewat: 40 kes mirin 100 kes jî birîndar bûn

Li bajarê Crans-Montana ya li kantona Valais a Swîsreyê di şeva sersalê de li barekê şewat derket û di encama vê şewatê de herî kêm 40 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî karesata şewatê polîsên Swîsreyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de polîs ragihandin ku di bûyerê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûne. Şewat li gorî saeta herêmî derdora 00.30ê de li bara bi navê Le Constellation derketiye û kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane bi piranî turîst in.

Şewat dema ku pîrozbahiyên sersalê berdewam dikirin derket. Li gorî daneyên ewil 40 kes jiyana xwe ji dest dan û 100 kes jî birîndar bûn. Hat aşkerakirin ku rewşa birîndaran giran e û metirsî heye ku hejmara miriyan hêz zêdetir bibe.

Wezareta Karên Derve ya Îtaliyayê têkildarî şewatê daxuyanî da û piştrast kir ku li gorî agahiyên polîsên Swîsreyê, hejmara miriyan 40 e. Rayedaran destnîşan kirin ku bûyer ne ji ber êrîş yan jî sabotajekê qewimî ye. Polîsan sedema derketina şewatê hêj zelal nekirin. Hin saziyên medyaya herêmî îdîa dikin ku şewat ji madeyên pîroteknîk derketiye. Sedema şewatê dê piştî lêkolînên teknîkî zelal bibe.