Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi boneya sala nû ya 2026an serdana nuqteyên leşkerî kir.
Mazlûm Ebdî sala nû li şervanan pîroz kir û spasiya fedakarî û spasiya şervanan li ser rol û fedakariyên wan ên parastina deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Navenda Ragihandina HSDê wêneyek Mazlûm Ebdî ku di nava şervanên keç û xort de li nuqteyeke leşkerî rûniştiye parve kir.
