Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiyê ya Amedê li ber dadgehê 11’emîn Pakêta Darazê protesto kirin. Tevî berfa zêde ya li bajêr, gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de, pankarta bi nivîsa “Em li dijî 11emîn Pakêta Darazê a ku kujerên jinan serbest berdide” û wêneyê Rojda Yakişikli ya ku ji aliyê Okay Gur ê ji ber vê pakêta darazê hat berdan hatibû kuştin, hatin hilgirtin.
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen daxuyaniyê xwend. Sûzan Îşbîlen diyar kir ku desthilat li hember zêdebûna kuştinên jinan û tundiya mêran bêdeng dimîne û got: “Bi pakêtên reforma darazê û rêziknameyên înfazê yên ku desthilat dem bi dem tîne holê, rê li ber serbestberdana kujerên jinan û sûcdarên tundiyê bi rêya serbestberdana bi çavdêrî tê vekirin. Em ji qanûndanêr û desthilatê dipirsin: gelo hûn bi rastî ji xetereyên ku ev berdan dê ji bo jinan û civakê bi tevahî biafirînin û windahiyên bêveger ên ku ew ê çêbikin bi fikar in? Em dizanin ku fikra ‘Ez ê cezayekî hindik bixwim û derkevim’ a sûcdarekî ku mafê jiyanê yê jinê binpê dike, kujerên potansiyel cesaret dike.”
Sûzan Îşbîlen destnîşan kir ku di 11 mehên pêşîn ên sala 2025an de 349 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û got: “Ji van mirinan, 267 kuştinên rasterast bûn û 82 wekî ‘mirinên gumanbar’ hatin tomarkirin. Daneyên nîşan didin ku cihê herî ne ewle ji bo jinan bi rastî ew cih e ku divê ew xwe ewle hîs bikin. Ji sedî 63.9ê jinan li malên xwe ji aliyê kesên herî nêzîkî xwe ve, wek hevjîn, bav, bira an kurên xwe, hatine kuştin. Ji sedî 45ê jinên ku hatine kuştin jinên ciwan ên di navbera 19-35 salî de ne. Dema ku em li rewşê di asta herêmî de dinêrin, ew hîn xirabtir dibe. Li bajarê me Amedê, di sala 2025an de 18 jin hatine kuştin û herî kêm 8 mirinên gumanbar çêbûne. Bi van hejmaran, sala 2025an wekî sala ku herî zêde kuştinên jinan li bajarê me çêbûne hatiye tomarkirin.”
Sûzan Îşbîlen diyar kir ku kuştina Rojda Yakişikli ji aliyê zilamekî ku di çarçoveya 11emîn Pakêta Darazê de ji girtîgehê hatiye berdan, nîşaneke aşkere ye ku kêmkirina cezayan û polîtîkayan li ser mafê jiyanê yê jinan bandoreke wêranker dike. Sûzan Îşbîlen li ser naveroka Pakêta Darazê jî sekinî û wiha bertek nîşan da: “Ger pirsgirêka jinan bi rastî li vî welatî were çareserkirin, rêbazên herî bibandor ên rawestandina tundûtûjiyê ew e ku xebatek were kirin ku newekheviya zayendî ji holê rake û guhertinekê di zihniyetê de çêbike. Divê aştiya civakî were avakirin, rêziknameyên qanûnî yên ku jinan diparêzin werin bicîhanîn, Peymana Stenbolê ji nû ve were bicîhanîn û Qanûna Hejmar 6284 bi çalak were sepandin.”
Sûzan Îşbîlen destnîşan kir ku têkoşîn dê heta ku hemû maf werin bidestxistin berdewam bike.
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.
