31 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê li Amedê sersal were pîrozkirin

Sersal dê li Amedê bi çalakiyeke girseyî ku gelek hunermend û kesayetên siyasî beşdar bibin bê pêşwazîkirin.

Sersal dê li Amedê bi çalakiyeke girseyî ku hunermend û siyasetmedar jî dê beşdar bibin bê pîrozkirin. Çalakiya ku dê îşev saet di 8:00ê êvarê li Navenda Çandê ya ÇandAmedê dest pê bike, dê ji hêla Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Çetin Arkaş, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û şaredariyên navçeyan, endamên meclisê, sazî û welatî beşdar bibin.

Di çalakiyê de hunermend Dilovan, Derya Kakayî, Kasim Taşdogan, Eylul Nazlier, Murat Demir û Kerîmê Jîrkî dê bistrên.

Çalakiya ku dê gelek lîstik, pêşbirk û diyariyên surprîz tê de bin, dê di gelek saziyên çapemeniyê de zindî bê weşandin.